Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê: Em dê li Hewlêrê konsulxaneyê vekin

Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê da zanîn ku dê welatê wî li Herêma Kurdistanê konsulxaneyê veke.

13 Îlon 2023 - 07:50
13 Îlon 2023 - 07:50
 0
Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê: Em dê li Hewlêrê konsulxaneyê vekin

Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg li Herêma Kurdistanê ye.

“Peyama me gelekî zelal e”

Alexander Schallenberg, da zanîn ku ew bi şandeyeke bazirganiyê re hatiye û got:

“Peyama me gelekî zelal e: Em bazirganiya zêdetir û veberhênana zêdetir dixwazin.”

Schallenberg, amaje pê kir ku 10 kompanyayên ji Awisturyayê pê re hatine Herêma Kurdistanê û wiha berdewam kir:

“Ev jî nîşaneya bawerkirinê ye. Ev bawerî, aramî û pêşketina aboriyê ya li Herêma Kurdistanê nîşan dide.

Kompanyayên ji Awisturyayê dixwazin li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin û em dixwazin pêwendiyên me û Herêma Kurdistanê bi pêş bikevin.”

Alexander Schallenberg, destnîşan kir ku ew girîngiyeke zêde didin tevahiya Îraqê, herwiha pêşketina Îraqê ji bo wan girîng e.

“Dê li Hewlêr û Besrayê konsulxaneyên me hebin”

Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê, pirsa Peyam Serbestê a bi şiklê, “Gelo nêta we heye ku hûn li Herêma Kurdistanê konsulxaneya giştî vekin?” bi vî awayî bersivand:

“Bêguman ez wekî wezîrekî karên derve dixwazim ku li hemû welatên derve nûnertiyên me hebin. Divê paşerojê li Hewlêr û Besrayê konsulxaneyên me yên fexrî hebin.

Dê li Hewlêr û Besrayê konsulxaneyê me hebin, li Bexdayê jî balyozxaneya me.”

Ev nûçe bi tevahî 937 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:07:06