Bi çavdêriya Mesrûr Barzanî Saziya Navdewletî ya Darayî û Desteya veberhênanê rêkeftinek îmze kir

Bi çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, rêkeftina hevkariyê di navbera Saziya Navdewletî ya Darayî û Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin.

13 Îlon 2023 - 07:05
13 Îlon 2023 - 07:05
 0
Bi çavdêriya Mesrûr Barzanî Saziya Navdewletî ya Darayî û Desteya veberhênanê rêkeftinek îmze kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 13ê Îlona 2023an pêşwazî li şandeke Saziya Darayî ya Navdewletî bi serokatiya Rêvebirê Herêmî yê wê saziyê Xawace Eftab Ehmed kir.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de, guftûgo li ser pêşxistina hevahengî û projeyên hevbeş di navbera Saziya Navdewletî ya Darayî ku endama Banka Navdewletî ye û aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, hate kirin.

Piştre jî di bin çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, di navbera Saziya Navdewletî ya Darayî û Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de rêkeftineke hevkariyê hat îmzekirin.

Wek di di daxuyaniyê de hatiye, ev rêkeftin ji bo cîbicîkirina projeyekî çar salî ye ku derfetê peyda dike ji bo veberhênana sektora taybet li Herêma Kurdistanê zêde bibe, bi taybetî di warên çandinî, pîşesazî, navçeyên taybet ên aborî û enerjiya nûbûyî de.

Ev nûçe bi tevahî 626 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:38:14