Şirnex: HPGyê navên 3 gerîlayên xwe eşkere kir

HPG ya baskê serbazî yê PKKyê nasnemaya 3 gerilayên xwe eşkere kir.

08.09.2023, Cum - 05:55

Şirnex: HPGyê navên 3 gerîlayên xwe eşkere kir
Nuçe Belav bike

Wan her sê gerîlayan 27ê Tîrmehê li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Hêzên Parastina Gel (HPG) a ku baskê serbazî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye bi daxuyaniyekê nasnemaya 3 gerîlayên xwe eşkere kir.

HPGyê diyar kir ku ew di operasyoneke artêşa Tirkiyeyê ya li gundê Bilbêsê yê navçeya Bêşebabê ya Şirnexê de canê xwe ji dest daye.

HPGyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan her sê gerilayan 27ê Tîrmehê li devera Bêtkarê di bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

2 gerîlayan xwe radestî artêşa Tirkiyeyê kiriye

HPGyê herwiha destnîşan kir ku 2 gerîlayên wan jî xwe radestî artêşa Tirkiyeyê kiriye.

Li gorî ku HPGyê diyar kir gerilayên ku canê xwe ji dest daye ev in:

“Haci Alî Yîgit bi nasnav Yusuf Pîrosî xelkê parêzgeha Şirnexê ye.

Levent Andîç bi nasnav Têkoşer Pêncwîn xelkê Mêrdînê ye

Îsa Temel bi nasnav Zerdeşt Îsyan xelkê parêzgeha Edeneyê ye.”

HPGyê di daxuyaniya xwe de wêne û zanyariyên wan her sê endamên xwe jî belav kirine û ragihand ku Haci Alî Yîgit sala 1991ê, Levent Andîç sala 2014an û Îsa Temel jî sala 2013an tevlî refên wan bûne.

Parêzgariya Şirnexê ji 27ê Tîrmehê heta 10ê Tebaxê li 11 deverên navçeyên Qileban û Bêşebabê yên Şirnexê qedexe ragihandibû ku li wan deran li dijî gerîlayên PKKyê dest bi operasyonekê hatibû kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 448 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:56:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x