Mela Bextiyar roja referandumê eşkere kir

Berpirsê bilind û endamê polîtbûroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar ragihand ku dibe referandum di meha tebax an jî îlonê de be.

27.04.2017, Per - 06:30

Mela Bextiyar roja referandumê eşkere kir
Nuçe Belav bike

Serkirdeyê bilind û endamê polîtbûroya YNKê Mela Bextiyar ragihand dê îsal referendum ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê were encamdan û da xuyakirin ku meha 8 an jî 9 ji bo referandumê baş e.

Li bajarê Helebceyê yê Herêma Kurdistanê semînarek bi navnîşana Pêşeroja Kurdistanê Piştî Şerê DAIŞê birêve çû. Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtboruya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar beşdariya semînerê kir. Bextiyar di semînarê de gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de got: "Belê referendum dê were kirin û bi bextewerî ve di civînên me yên li gel PDKê de me li ser prensîpan hevbeş li hev kiriye. Bi awayekê texmînî, dema referandumê li ber çavê me ye ku di meha 8 (tebax) an jî 9 (îlon) de dê demek baş be."

Mela Bextiyar di berdewamiya axaftina xwe de got: "Cihê keyfxweşî û bexteweriyê ye ku tu partiyek li Kurdistanê tine ye ku zêdebarî ciyawaziyên siyasî û îdeolojîk, piştevaniyê li referandumê û serxwebûnê nekiribe."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1407 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:56:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x