Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Derve yê Awusturyayê re civiya
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, îro 13ê Îlona 2023an pêşwazî li Wezîrê Derve yê Awusturyayê Alexander Schallenberg û şanda pê re kir.

Wezîrê Derve yê Awusturyayê Alexander Schallenberg îro pêştir ji K24ê re gotibû: “Ez li gel şandeke mezin a bazirganiyê li vir im ji bo pêşxistina pêwendiyên bazirganî li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê. Di vê serdanê de gelek mijarên me hene ku em dixwazin gotûbêj bikin.”
Herwiha got: “Pêwendiyên me rasterast li gel Iraq û Herêma Kurdistanê di çend waran de hene, kompanyayên Awusturya li vir in û veberhênanê dikin.Karsazên Awustûryayê dixwazin zêdetir û karê xwe li vir bipêş bixin ku ev jî armanca me ya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê ye.”
Got jî: “Min duhî Balyozxaneya Avusturya li Bexdayê vekir. Em ê gavên din jî bavêjin. Hêvîdar im gava pêş me, vekirina konsulxaneya li Herêma Kurdistanê be.”
Nûvekirina herî dawî: 23:56:03