PDK: Em bangawaziya Malikî erênî dibînin

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) Ednan Muftî ragihandk ku ew bangawaziya Cîgirê serokomarê Iraqê Nurî Malikî ‘erênî' dibînin.

24.12.2017, Paz - 14:01

PDK: Em bangawaziya Malikî erênî dibînin
Nuçe Belav bike

Nuri Malîkî bangî herdu aliyan kir ku divê defterên berê bêne girtin û Bexda di çarçoveya destûrê de bi Hewlêrê re dest bi diyalogan bike.

Li ser vê yekê Ednan Mûftî diyar kir ku ew daxuyaniyên Nurî Malikî bi erênî pêşwazî dikin û wiha pê de çû, "Di siyasetê de esasekî kul i ser neyartiyê were sazkitin ne rast e, berewajî wê ya girîng berjewendiyên hevpar in. Divê li ser esasê berjewendiyên hevpar em ji vê krîzê xilas bibin. Rewşa gelê Kurdistanê xerab e. Beşek mezin ji herêm e memûr in. Divê em bi erênî nêzî meseleyê bibin."

Muftî amajê pê kir ku divê aliyê siyasî werine diyarkirin û got, "Em jî dê alîkariay wan bikin. Bi giştî em vê bangawaziyê bi erênî dibînin. Dema ku Malikî serokwezîr bû helwesta me jî û ya wî jî rijd bû"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1077 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:40:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x