Serok Barzanî sersaxiyê li Fuad Masûm dike

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de ji ber koça dawî ya hevjîna Serokomarê berê yê Iraqê Fuad Masûm, Rûnak Ebdulwahîd, sersaxiyê li Fuad Masûm dike.

11.08.2023, Cum - 14:07

Serok Barzanî sersaxiyê li Fuad Masûm dike
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de ji ber koça dawî ya hevjîna Serokomarê berê yê Iraqê Fuad Masûm, Rûnak Ebdulwahîd, sersaxiyê li Fuad Masûm dike.

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî bo Fuad Masûm wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birayê Birêz Dr. Fuad Masûm

Bi xemgîniyeke mezin ve, agahiya koça dawî ya hevjîna cenabê we Rûnak Ebdulwahîd gihişte me. Ez sersaxiyê li cenabê we û malbat û kesûkarên we dikim û xwe hevbeşê xema we dizanim.

Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê rehmetî Rûnak Ebdulwahîd bi bihişta berîn şad bike û sebr û aramiyê bibexşîne her kesî.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin cem wî)

Mesûd Barzanî

11ê Tebaxa 2023an

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 213 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:27:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x