Wezîrê Derve yê Amerîkayê pêwendî bi Serok Barzanî re kir

Êvariya roja sêşem 30.05.2017 birêz Rex Tillerson Wezîrê Derveyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendiyê bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.

01.06.2017, Per - 07:14

Wezîrê Derve yê Amerîkayê pêwendî bi Serok Barzanî re kir
Nuçe Belav bike

Li vê peywendiya telefoniyê da Wezîrê Derveyê Amerîka destxweşiyê li hêzên Pêşmerge û serkeftinên wan yên li şerê dijî terorîstan kir û pêzanînên xwe jî ji bo hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên artêşa Iraqê li şerê dijî terorîstan da hebû. Her wiha soza berdewamiya welatê xwe ya li peywendiyan û piştgîriya hêzên Pêşmerge de dûpat kir.

Li beranber da Serok Barzanî spasî helwest û piştgîriyên Amerîka kir û her wiha ji bo destbikarbûna wî pîrozbahiyê jî li Wezîrê Derveyê Amerîka kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1315 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:57:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x