Civîna PDK û YNKê dê li Hewlêrê birêve biçe û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê û Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî jî beşdar dibe.
Endamê Polîtboruya PDKê Hoşyar Zêbarî ji Rûdawê re derbarê civînê de diyar kir ku di astekî bilind de tê kirin û bi armanca gotûbêjkirina civînên derbasbûyî yên li gel aliyên siyasî, bicivin.
Polîtboruyên PDK û YNK Yekşema 2yê Nîsanê, bi serpireştiya Mesûd Barzanî, li bajarokê Pîrmamê yê ser bi Hewlêrê ve civiyan û li ser lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê biryar dan.
Di civînê de, biryar li ser pêkanîna komîteyeke hevbeş di navbera PDKê û YNKê de hat dayîn.
Komîteyê hatî avakirin hefteya borî li ser mijarên lidarxistina referandumê û hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê bi partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê û nûnerên pêkhateyên Kurdistanê re civiya.