Artêşa Sûriyeyê kontrola Til Rifet ji YPGê wergirt

Artêşa Sûriyeyê îro îniyê bajarê Til Rifetê yê çoltera bakurî ya Helebê ji YPGê teslîm wergirt.

23.02.2018, Cum - 10:37

Artêşa Sûriyeyê kontrola Til Rifet ji YPGê wergirt
Nuçe Belav bike

Çavkaniyeke leşkerî ji Sputnikê re ragihand ku "Artêşa Sûriyeyê bajarê kontola Til Rifetê stend ku di bin kontrola YPGê de bû."

Herwiha çavkaniyeke ewlekariyê duh ragihandibû ku Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û Artêşa Sûriyeyê li hev kiriye ku bajarê Til Rifetê radestî hikûmeta Sûriyeyê bike.

Çavkaniyê gotibû ku "Artêşa Sûriyeyê dê li ser daxwaza YPG di nava çend saetan de têkeve Efrînê" û destnîşan kiribû ku "YPG hinek taxên bajarê Helebê yên di konrola wan de bûn jî radestî Artêşa Sûriyeyê kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1261 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:06:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x