Efrîn: Çekdaran dest danî ser mala malbateke Kurd

Çekdarên grûpa Siltan Silêman Şahê ku wekî Emşat jî tên naskirin Kurdek ji mala wî ya li Efrînê derxist û dest danî ser mala wî.

26.08.2023, Cts - 05:07

Efrîn: Çekdaran dest danî ser mala malbateke Kurd
Nuçe Belav bike

Çalakvanê Efrînî Mistefa Şêxo, li ser bûyerê agahî dan Tora Medyayî ya Rûdawê.

Li gorî Şêxo, çekdarên Emşatê welatiyê Kurd Bangîn Îbo li gel hevjîn û 4 zarokên wî ji mala wan derxistin.

Herwiha çekdaran dest danî ser mala vê malbatê.

Şêxo da zanîn çekdaran bi hinceta ku mal li ser navê Welîd Îboyê apê Bangîn e û apê wî li Helebê niştecî ye, dest daniye ser malê.

Çekdarên Emşatê bi tundî li Bangîn xistiye û ew bi zorê ji malê derxistiye.

Tevî ku Zekiye Cafoya hevjîna Welîd Îbo çûye Efrînê jî çekdaran mal radestî wê nekiriye

Li aliyê din çekdarên Emşatê bi tundî li birayê wê Ciwan Cafo jî xistiye.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 483 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:05:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x