Hêzên Tirkiyê bê şer derbasî Til Rifetê bûn

Li ser rêkeftina di navbera Rûsya û Tirkiyê de leşkerên artêşa Tirkiyê û çekdarên dijbereya Sûriyê yên girêdayî wê derabsî Til Rifetê bûn.

27.03.2018, Sal - 11:09

Hêzên Tirkiyê bê şer derbasî Til Rifetê bûn
Nuçe Belav bike

Di çaroveya rêkeftina di navbera herdu welatan de Rûsyayê hêzên xwe ji Til Rifatê vekişand û leşkerên artêşa Tirkiyê bê şer derbasî Til Rifatê ya ku dikeve bakurê Helebê bûn.

Çavkaniya xwecihî got: “Hêzên Rûsya ji Til Rifatê vekişiyan û artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozisyona Sûrî çûne nav bajar.”

Ji aliyê din ve Medyaya Tirkiyê ragihand ku operasyona artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê ya li ser navçeya Til Rifet dest pê kiriye.

Li gor nûçeyan medya Tirkiyê 10 hezar çekdarên opozîsyonê bi piştevaniya artêşa Tirkiyê berê xwe dane navçeya Til Rifetê.

Li gorî çavkaniyên xwecihî yên li navçeya Til Rifet, çekdarên opozîsyonê du roj beriya niha ji xelkê sivîl re gotine ku ji wê navçeyê derbikevin û ewê li wê navçeyê jî dest bi êrîşan bikin.

Heta niha di derbarê şer û pevçûnan de ti zanyariyek nehatiye belavkirin.

Hêzên Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê 18ê Adarê derbasî navenda bajarê Efrînê bûbûn û kontrolkirina bajêr ragihandibûn.

Piştî operasyona li hemberî Efrînê Tirkiye bi temamî ketiye nava atmosfereke nû. Ji ber ku Serokomarê vî welatî Recep Tayyip Erdogan her roj li bajarekî mitîngekê saz dike, êdî atmosfera kempîneyên hilbijartinê li ser rojev û medyaya vî welatî araste ye.

Di vê çarçoveyê de Erdogan duh li bajarê Giresunê behsa operasyona Til Rifatê kir û got: “Em înşala di Til Rifatê kontrol dikin û vê operasyonê digihînin encamê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1090 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:42:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x