PYD: Esad danûstandinên cidî neke, Sûriyê dê perçe bibe

Hevseroka Encûmena Sûriyaya Demokratîk (ESD) Îlham Ehmed radigihîne, heger rêjîma Sûriyê danûstendin qebûl nekin tê wateya ku parçebûna Sûriyê bibe rewşeke heyî.

28.12.2017, Per - 06:20

PYD: Esad danûstandinên cidî neke, Sûriyê dê perçe bibe
Nuçe Belav bike

Hevseroka ESDê Îlham Ehmed ji ajanseke nêzîkî PYDê re axivî û ragihand, heger prosesên dûrkirina wan ji her kongreyekî taybet bi çareserkirina Sûriyê berdewam bin, ti serkeftin di wan civînan de çê nabin.

Got jî, Sûriyeya federal tekane çare ye ji krîza Sûriyê re û eger hikumet li ser hewlesta xwe ma û dest bi danûstandinên cidî di wê derbarê de nekir, wê dabeşûbûna niha ya Sûriyê bibe rastî û ew yek ne hêviya wan e.

Îlham Ehmed got jî, heta biryarên Sûriyê di destê hêzên herêmî de ye, şerê li wî welatî dê berdewam be, ji ber vê jî divê biryar, biryara Sûriyan bi xwe be, da krîza welatê xwe bi hev re çareser bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 886 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:35:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x