Rewangeha Sûriyeyê: Fermandarekî HSDyê canê xwe ji dest da

Li ser rêya di navbera bajarê Hesekê û navçeya Til Temirê de otomobîlek hat hedefgirtin.

23.12.2023, Cts - 06:42

Rewangeha Sûriyeyê: Fermandarekî HSDyê canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Li ser rêya di navbera Hesekê û Til Temirê de, vê sibehê droneke Tirkiyeyê, otombîlek bombebaran kir.

Rewahgeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) derbarê êrişî de daxuyanî da.

Li gorî Rewahgeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan fermanderekî Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD), di wê êrişê de, canê xwe ji dest daye.

Ew otombîl, li nêzîkî gundê Rikbeyê, li ser rêya di navbera Hesekê û Til Temirê de hatiye bombebarankirin.

Li gorî heman daxuyaniyê 3 kes di wê otombîlê de bûn, yek jî fermandarekî HSDyê bû.

Rewangeha Sûriyeyê herwiha ragihand ku şervanekî jî li gel wî fermandarî canê xwe ji dest daye û yên din jî birîndar bûye.

Ji destpêka îsal ve, ji ber êrişên dronên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê, 88 kesan canê xwe ji dest daye û 95 kes jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 334 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:18:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x