Şêwirmendê YPGê: Danûstandinên me ligel hikûmetê hene

Şêwirmendê Rojnamevanî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêzan Hido ragihand ku danûstandin di navbera wan û hikûmeta Sûriyê de heye ew jî daku rê li ber êrişên artêşa Tirkiyê bigrin.

18.02.2018, Paz - 06:10

Şêwirmendê YPGê: Danûstandinên me ligel hikûmetê hene
Nuçe Belav bike

Şêwirmendê Rojnamevanî yê YPGê li Efrînê Rêzan Hido ji Rûdaw re eşkere kir ku danûstandin di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de heye, ew jî ji bo artêşa hikûmeta bersiva êrîşên Tirkiyê yên bo ser wê herêmê bide.

Rêzan Hido ji Tora Medyayê ya Rûdawê re ragihand, ku heger danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser li Efrînê û hikûmeta Sûriyê bigihên encamekê, dê bi rêya daxuyaniyek hevbeş encama wan danûstandinan bê ragihandin.

Hido wiha got: “Danûstandina di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê bi rêyên diplomatîk berdewam e. Heya niha jî ew danûstandin hene, dema ku em bigihên rêkeftinekê yan jî encam xuya bibin, dê bi rêya daxuyaniyeke hevbeş bêne ragihandin. Wek YPG ûk hêzeke leşkerî, rola me ya sereke niha bersivdayina dijminkariya Tirkiyê û grûpên terorîst e.”

Şêwirmendê Rojnamevanî yê YPGê diyar kir ku ew peywendiyên xwe yên dîplomatîk bi ti aliyan re qut nake û wiha pê de çû: “Niha şerekî qirkirinê li hember sivîlên Efrînê tê kirin, projeya Tirkiyê li Efrînê komkujikirina xelkê deverê û guhertina dîmografîk e. Ji ber vê yekê em wek Yekîneyên Parastina Gel ketine nav vî şerî. Em ji bo hebûna xwe şer dikin. Tirkiye û grûpên terorîst dixwazin hebûna me tune bikin. Ew dixwazin me bikujin yan jî me ji cî û warê me derxînin û koçber bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 983 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:25:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x