AKPê bersiva banga HDP'ê dide

Berdevkê AKPê bersiva banga Hevseroka HDP'ê Perwîn Buldan a despêkirina pêvajoya aştiyê da û got: “Ti cudahiya vî zimanî ji zimanê rêxistina çek li hemberî her takekî gelê me bikar aniyî, nîne.”

28 Cotmeh 2018 - 05:46
28 Cotmeh 2018 - 05:46
 0
AKPê bersiva banga HDP'ê dide

Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk bersiva banga Buldan da û wiha got: “Zimanê li hemberî tekoşîna me ya bi biryar a li hemberî terorê behsa mûzakereyan dike, zimanê rêxistina terorê ye. Ti rewatiya wê nîne. Ti cudahiya vî zimanî ji zimanê rêxistina çek li hemberî her takekî gelê me bikar aniyî, nîne.”

Duh Hevseroka HDP'ê Berwîn Buldan banga despêkirina pêvajoya aştiyê li Tirkiyê kiribû û wiha gotibû: "Divê dubare pêvajoya aştî û mûzakere despê bikin. Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û tevlî vê pêvajoyê bibe."

Li ser heman mijarê jî, parlemanterê Diyarbekirê yê HDPê Îmam Taşçier ji K24ê re got, di dema niha de ku zemînek ji bo rûniştina Kurd û dewleta Tirkiyê li ser maseya guftûgoyan rûnin zehmet e. Ji bo li ser maseyê rûnin, divê dewleta Tirkiyê pêvajoyeke nû dest pê bike, divê şer û mercên rûniştinê bêne amadekirin. Dema bê amade kirin jî, Kurd amade ne li maseyê rûnin.

Ev nûçe bi tevahî 1247 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 03:58:11