Cendirme û polîsên tirk bi şaşî şer kirin: Kuştî û birîndar hene

Li gorî îdîayan polîsên taybet dema li Zozanê Çardak ê navçeya Hassaya Hatayê dewriye digeriyan cendirme bi şervanên PKKê şaş kirin û gule berdane wan.

13 Gulan 2017 - 05:19
13 Gulan 2017 - 05:19
 0
Cendirme û polîsên tirk bi şaşî şer kirin: Kuştî û birîndar hene

Li gorî zanyariyên berdest, polîsên taybet dema li Zozanê Çardaka Hatayê dewriye digeriyan cendirme şibandin şervanên PKKê û êrişî wan kirin. Di bûyerê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da û leşker û polîsek jî birîndar bûn.

Polîsên taybet li Zozanê Çardaka Hatayê ji bo endamên PKKê derketibûn operasyonê, polîsan bi termal kamerayê tevgerek ferq kir û li herêma Domuzdami kemîn li pêşiya wan danî. Di heman demê de cendirmeyan jî ji bo operasyonê derketibûn wê herêmê. Polîsan cendirme şibandin şervanên PKKê û êrişî wan kirin.

Di êrişê de cendirmeyan jî bersiv da û di nava herdu hêzên ewlehî de şer û pevçûn derket. Di şer û pevçûnê de serbaz Niyazi Elçin li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û leşker û polîsekî taybet jî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Hatayê û li gorî agahiyên derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1830 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:58:37