Derbarê Sezgîn Tanrikulu lêpirsîna artêşa Tirkiyeyê!

Derbarê Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikulu lêpirsîn hat destpêkirin.

9 Îlon 2023 - 12:39
9 Îlon 2023 - 12:39
 0
Derbarê Sezgîn Tanrikulu lêpirsîna artêşa Tirkiyeyê!

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Sezgîn Tanrikulu de ji ber axaftina wî ya di kanaleke televizyonê de lêpirsîn da destpêkirin.

"Doz yekalî bûye"

Sezgîn Tanrikulu duh di bernameyeke TV100ê de diyar kir ku Tirkiye bi avêtina 15 welatiyan a ji helîkopterê tohmetbar e û got:

“Doza avêtina wan 15 gundiyan ji helîkopterê bi biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yekalî bûye û Hêzên Çekdar ên Tirk gundê wan jî şewitandiye û bombebaran kiriye."

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê diyar kir ku ji ber wan gotinên Tanrikulu bi îdiaya “Biçûkxistina gelê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê û Sazî û Dezgehên Dewletê" lêpirsîn daye destpêkirin.

Ev nûçe bi tevahî 1104 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:36:06