Hoşyar Zêbarî: Mangirtina Tevgera Sedir li ber Encûmena Dadwerî peyamek e

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî ragihand, lêvegera çareseriya kêşeyan destûra Iraqê ye.

24 Tebax 2022 - 03:21
24 Tebax 2022 - 03:21
 0
Hoşyar Zêbarî: Mangirtina Tevgera Sedir li ber Encûmena Dadwerî peyamek e

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî ragihand, lêvegera çareseriya kêşeyan destûra Iraqê ye û mangirtina Tevgera Sedir li ber Encûmena Bilind a Dadweriyê peyamek e.

Hoşyar Zêbarî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Mangirtina Tevgera Sedir li ber Encûmena Bilind a Dadweriyê û piştre vekişîna wan aştiyane, peyamek gihand, ku xelkê Iraqê û merciyeta reşîd û nûnerên wê, berdewam daxwaza çaksaziya dadweriyê kirine.”

Zêbarî herwiha destnîşan kir: “Desthilata dadweriyê divê bêalî û paqij be û bi du pîvanan nepîve û bi pratîkî, ne bi gotinan bi mesafeyekê raweste. Destûr mercî ye.”

Ev nûçe bi tevahî 504 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:07:06