Hoşyar Zêbarî piştgiriya gotara Muqteda Sedir dike

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Wezîrê berê yê Darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî piştgirî li gotara Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir kir.

4 Tebax 2022 - 03:19
4 Tebax 2022 - 03:19
 0
Hoşyar Zêbarî piştgiriya gotara Muqteda Sedir dike

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Wezîrê berê yê Darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî piştgirî li gotara Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir kir û ragihand, çareserî vegera bo dadperwerî, yasa û nêrîna gel e.

Hoşyar Zêbarî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Giliyên bêbingeh, ku ji bo ragirtina projeya hikûmeta piranî ya niştimanî ya Cotmeha 2021ê li dadgehê hatin tomarkirin, sedema derketina qeyrana siyasî, ewlehî û civakî ya li Iraqê ne.”

Zêbarî di wê baweriyê de ye ku Muqteda Sedir rast dike, çareseriya vê rewşê vegera bo bingehên dadperwerî, yasa û nêrîna gel e.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir îşev peyamek arasteyî alîgirên xwe û aliyên siyasî yên Iraqê kir û got, tiştê niha rûdide, milmilaniya li ser desthilatê ye û wî hîn biryar nedaye ku beşdariyê di hilbijartinên bê de bike an na.

Ev nûçe bi tevahî 560 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:20:46