Ji Serok Barzanî ji bo ENKS'ê bangewazî...

Serok Mesûd Barzanî îro şemiyê 18ê Hezîrana 2022yan li Selahedîn pêşwazî li şandeke bilind a Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.

18 Hezîran 2022 - 13:41
18 Hezîran 2022 - 13:41
 0
Ji Serok Barzanî ji bo ENKS'ê bangewazî...

Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwazî li şandeke bilind a Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.

Hevdîtinê de li ser rewşa Sûriyê gotûbêj hat kirin û şanda mêvan hûrgilî û geşedanên herî dawî yên li ser rewşa gelê Kurd li Sûriyê û nîgeraniyên welatiyên Kurd li ser siberoja xwe ya li Sûriyê, bo Serok Barzanî behs kirin.

Herwiha di hevdîtinê de Serok Barzanî têbînî û şîretên xwe yên li ser rewşa gelê Kurd li Sûriyê pêşkêş kir û tekez kir ku divê welatî û ciwanên gelê Kurd li Sûriyê cih û welatê xwe bi cih nehêlin û xweragir bin.

Ev nûçe bi tevahî 1830 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:51:10