Pêwendiyên me yên siyasî li gel Hewlêr û Bexdayê hene

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova ragihand, guftûgoyên wan ên siyasî yên li ser astên cuda bi Hewlêr û Bexdayê re dewam dikin û ew ê pêwendiyên xwe hîn bêhtir bi pêş ve bibin.

18 Hezîran 2022 - 11:42
18 Hezîran 2022 - 11:42
 0
Pêwendiyên me yên siyasî li gel Hewlêr û Bexdayê hene

Maria Zakharova ji K24ê re got: “Pêwendîyên me yên berfireh bi Hewlêr û Bexdayê re hene û em bi berdewamî guftûgoyên siyasî di astên cuda de dikin. Balyozxane û konsulxaneya me li Bexda û Hewlêrê bi awayekî aktîv kar û çalakiyên xwe dikin û pêwendiyên me di asteke beşd de ne û bi pêş ve dibin.”

Herwaha got: “Bêguman li herêmê şert û mercên cuda û aloziyên cuda hene, lê her dem zehmetiya jiyanê heye, ji ber wê em hewl didin hemû kêşe û pirsgirêkan bi awayekî avaker çareser bikin.”

Ev nûçe bi tevahî 724 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:02:15