Komîta Karûbarên Yasayî ya Parlamentoyê ji bo sererastkirina yasaya hilbijartinê dicive

Komîta Karûbarên Yasayî ya Parlamentoya Kurdistanê ji bo gotûbêjkirin û amadekirina raportekê ji bo xwendina yekem a çend pêşniyarên sererastkirina yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îro bicive.

13 Adar 2023 - 08:46
13 Adar 2023 - 08:46
 0
Komîta Karûbarên Yasayî ya Parlamentoyê ji bo sererastkirina yasaya hilbijartinê dicive

Her yek ji fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Tevgera Gorranê û hejmarek parlamenteran ev projeyasa pêşkêş kirine.

Her derbarê hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de jî, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayiq got: Aliyan heta radeyekê lihev kirine û dê di demek nêzîk de dest bi pêngavên sererastkirina yasaya hilbijartinan bikin. Her wiha wê hêvî kir jî ku îsal hilbijartin bên kirin.

Her wiha Endamê Polîtburo û Berpirsê Nivîsgeha Rêxistina Hewlêrê ya PDKê Serbest Lazgîn berî çend rojan ragihandibû, civînên Silêmanî û Hewlêrê, bi armanca lihevkirina di navbera partî û pêkhateyan de ye, ta ku îsal hilbijartin bên kirin.

Ev nûçe bi tevahî 690 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:36:11