Leşkerekî rêjîma Sûriyê û 2 şervanên HSDê li Girê Sipî hatin kuştin

Leşkerekî rêjîma Sûriyê û 2 şervanên HSDê di encama teqînekê de li gundê Kor Hesen ê li gundewarê rojavayê Girê Sipî hatin kuştin.

23 Çile 2023 - 04:35
23 Çile 2023 - 04:35
 0
Leşkerekî rêjîma Sûriyê û 2 şervanên HSDê li Girê Sipî hatin kuştin

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), dema leşkerên rêjîmê û şervanên HSDê li gundê Kor Hesen ê nêzîkî xetên temasê bi hêzên Tirkiyê û grûpan re, li daran digeriyan, bomebeyek di malekê de teqiya.

Da zanîn jî, di encama teqînê de mal bi ser serê wan de hilweşiya û leşkerekî rêjîma Sûriyê û 2 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan.

Diyar kir jî, termên wan bi amadebûna hêzên Rûsî hatin derxistin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û artêşa Sûriyê li gundên Girê Sipî, Tel Temr û Sarê Kaniyê bi hev re li dijî çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, şer dikin.

Ev nûçe bi tevahî 563 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:24:09