Mesrûr Barzanî bi Bereya Turkmenî re civiya

Raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê pêkanîn kabîneya nû ligel Bereya Turkmenî civiya.

22 Hezîran 2019 - 06:32
22 Hezîran 2019 - 06:32
 0
Mesrûr Barzanî bi Bereya Turkmenî re civiya

Serokê Bereya Turkmenî Aydin Marûf ji K24ê re ragihand, ew wek Bereya Turkmenî pêşwazî li Raspêrdeyê bi pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dikin.

Got jî: Em piştevaniyê li kabîneya nû dikin û dixwazin di postên wezarî de beşdar bin û hebûna me di Encûmena Wezîran de hebe.

Her îro, Mesrûr Barzanî bi 9 alî û partiyên Turkmenî re civiya û pirsa pêkanîna kabîneya nû û beşdariya pêkhateyan di hikûmetê de guftûgo kir.

Ev nûçe bi tevahî 871 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:30:19