Mesrûr Barzanî: Bi bihîstina nûçeya koça dawî ya Sekreterê Giştî yê OPECê dilgiran bûm

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Sekreterê Giştî yê Rêxistina OPECê Mohammed Barkindo, peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û hevalên wî kir.

7 Tîrmeh 2022 - 03:29
7 Tîrmeh 2022 - 03:29
 0
Mesrûr Barzanî: Bi bihîstina nûçeya koça dawî ya Sekreterê Giştî yê OPECê dilgiran bûm

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Ez bi bihîstina nûçeya koça dawî ya Sekreterê Giştî yê OPECê Mohammed Barkindo dilgiran bûm. Bi hev re bîranîn û pêwendiya me ya dostane hebû.”

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kiriye: “Ez sersaxî li malbat û hevalên wî û endamên OPECê dikim.”

Ev nûçe bi tevahî 561 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:20:06