Mesrûr Barzanî: Em hemû li jêr Ala Kurdistanê ber bi aştiyê gav biavêjin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Ala Kurdistanê peyamek belav kir û tê de diyar kir, em hemû li jêr vê alayê ber bi aştiyê gav biavêjin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de derbarê Ala Kurdistanê de ragihand, Pêşmergeyên qehreman bi têkoşîn û xweragirî û qurbanîdanê, vê alayê her dem bilind û pîroz ragirtine.
Peyama Mesrûr Barzanî ya bi boneya Roja Ala Kurdistanê wiha ye:
Di Roja Ala Kurdistanê de, ev vê roja alayê ku ala hemû pêkhateyên cuda yên Kurditanê ye, bilid û pîroz radigrin.
Em serê rêz û hurmetê ji bo şehîdên me yên serbilind ditewînin, ku ji bo vê alayê û xaka Kurdistanê, giyanê xwe bexş kirin.
Em spasî û destxweşî li Pêşmergeyên qehreman dikin ku bi têkoşîn û xweragirî û qurbanîdanê, vê alayê her dem bilind ragirtine.
Em hemû li jêr sîbera vê alaya pîroz, ber bi aştî û avakirina zêdetir a Kurdistanê gav biavêjin.
Roja Ala Kurdistanê pîroz be.
Nûvekirina herî dawî: 14:39:00