Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Îranê yê li Iraqê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 11ê Îlonê pêşwazî li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê yê li Iraqê Kazim Al Sadiq û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Komara Îslamî ya Îranê spas û pêzanînên welatê xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşna da ji bo wê hêsankarî û hevkariya ku pêşkêşî ziyaretkarên Îranê kiriye ku di deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ve hatine Iraqê û beşdarî Çileya Îmam Husên a li bajarê Kerbelayê bûne.
Balyozê Komara Îslamî ya Îranê Kazim Al Sadiq pesnê pêşketin û avedaniya Herêma Kurdistanê û bi taybetî bajarê Hewlêrê daye.
Çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûr û rêkeftinan, mijareke din a gotûbêjan bû, li ser vê mijarê Serokwezîr Mesrûr Barzanî dûpat kiriye ku Herêma Kurdistanê hemû pabendiyên xwe di çarçoveya yasaya budce û destûrê de cîbicî kirine û divê Hikûmet Federal jî heqên darayî yên Herêmê bişîne.
Nûvekirina herî dawî: 11:11:25