Mesrûr Barzanî pêşwazî li malbata Şehîd Hawkar Caf kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja pêncşemê 20ê Cotmehê, pêşwazî li malbata Şehîd Hawkar Ebdullah Resûl (Hawkar Caf) efserê Ajansa Parastin û Zanyarî / Zanyariya ser bi Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî û xemgîniya xwe gihande malbata Şehîd Hawkar Caf û diyar kir ku şehîdkirina Hawkar Caf karekî terorîstî û tawankarî bû, encamderên wê tawanê jî dê bigihin cezayê xwe yê yasayî.
Malbata Şehîd Hawkar Caf spasî û pêzanîna xwe bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Encûmena Asayîşê nîşan da, ji ber demildest destpêkirina lêkolînan û eşkerekirin û destesekirina hejmareke mezin a encamderên vê tawana terorîstî.
Roja 7ê Cotmeha 2022yan, li taxa Serbestî ya bajarê Hewlêrê otomobîla ku berê bombe lê hatibû vedan, teqiya û di encamê de Hawkar Caf şehîd bûbû û 4 kes jî birîndar bûbûn.
Nûvekirina herî dawî: 14:38:58