Nêçirvan Barzanî Serokomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serkeftina Ebdulfetah Sîsî di hilbijartinên serokkomariya Misirê de ew pîroz kir.

20 Berfanbar 2023 - 09:11
20 Berfanbar 2023 - 09:11
 0
Nêçirvan Barzanî Serokomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî pîroz kir

Zêdetirî 67 milyon Misirî di navbera 10 û 12ê Kanûna Pêşîn de çûn ser sindoqan.

Ebdulfetah Sîsî di hilbijartinên serokkomariyê de bi ser ket û careke din bû serokkomarê Misirê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi wesileyê nameyek ji Sîsî re şand û ew pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî di nameya xwe de hêviyê serkeftinê ji Sîsî re xwest û got:

“Herêma Kurdistanê amade ye di heyama rêveberiya Serok Sîsî de pêwendiyeke baş bi Misirê re hebe.

Ez hêviya berdewamiya aramî û pêşketina zêdetir ji bo gelê Misirê dixwazim.”

Ev nûçe bi tevahî 444 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:11:44