Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê hertim dê wek niştimana hemû pêkhateyan bimîne

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya sersala nû ya Babilî Aşûrî û Cejna Ekîto peyamek belav kir.

1 Avrêl 2023 - 05:12
1 Avrêl 2023 - 05:12
 0
Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê hertim dê wek niştimana hemû pêkhateyan bimîne

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya sersala nû ya Babilî Aşûrî û Cejna Ekîto peyamek belav kir û ragihand, hemû pêkhateyan piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê wek hertim dê niştimanê hemûyan bimîne.

Di peyama Nêçîrvan Barzanî de hatiye diyarkirin: “Sersala nû ya Babilî Aşûrî û Cejna Ekîto li xwişk û birayên kildanî, asûrî û suryanî yên li Herêma Kurdistanê, Iraqê û li hemû cîhanê bi germî pîroz dikim. Ji wan re serkeftin û cejn û bênvedanek şad û aram dixwazim.”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan dike: “Di vê helkeftê de em tekîdê li ser parastina wekheviyê, mafê mirovî, azadiyan û pêşvebirina çanda pêkvejiyan, hevduqebûlkirin û toleransê di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê da dikin, herwisa, em xwişk û birayên kirîstiyan û hemû pêkhateyan piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê wek hertim dê niştimanê hemûyan bimîne.”

Di dawiya peyama xwe de Serokê Herêma Kurdistanê diyar dike: “Cejna Ekîto li hemûyan pîroz be, hemû salan bi xweşî be.”

Ev nûçe bi tevahî 415 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:22:53