Nêçîrvan Barzanî û Matthew McFarlane civiyan: Mijara Pêşmergeyan hat gotûbêjkirin

Nêçîrvan Barzanî, bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan ên Îraq û Sûriyeyê Matthew McFarlane re civiya.

21 Tebax 2023 - 02:49
21 Tebax 2023 - 02:49
 0
Nêçîrvan Barzanî û Matthew McFarlane civiyan: Mijara Pêşmergeyan hat gotûbêjkirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan ên Îraq û Sûriyeyê Matthew McFarlane û şanda pê re qebûl kirin.

Li gorî daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, di civînê de mijarên wek rûdanên dawî yên ewlehiyê, metirsiya terorê û şerê bi DAIŞê re hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan, ji bilî van mijaran "pêvajoya çaksaziyê" û "yekkirina Hêzên Pêşmergeyan" jî gotûbêj kirin.

Ev nûçe bi tevahî 602 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:10:56