Otobusa rêwiyan derbasî aliyê din ê rê bû: 12 mirî, 19 birîndar

Li navçeya Sorgunê ya Yozgatê ya Tirkiyeyê otobuseke rêwiyan ji rê derket.

21 Tebax 2023 - 02:46
21 Tebax 2023 - 02:46
 0
Otobusa rêwiyan derbasî aliyê din ê rê bû: 12 mirî, 19 birîndar

Di encama qezayê de 12 kesan canê xwe ji dest da û 19 kes jî birîndar bûn.

Otobuseke rêwiyan a ku ji Sêwazê ber bi Stenbolê ve diçû li ser rêya Sêwaz-Yozgatê ji kontrolê derket û derbasî aliyê din ê rê bû.

Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs, cendirme û AFAD çûne cihê bûyerê.

Di qezayê de ku destpêkê 11 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Herwiha kesekî birîndar jî tevî hemû mudaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Rewşa yek ji 19 birîndarên ku birine nexweşxaneyên Yozgat û Sorgunê giran e.

Ev nûçe bi tevahî 532 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:48:41