Rêbwar Talabanî: Kerkûk tê Şiîkirin

Serokê Meclîsa Kerkûkê Rêbwar Talabanî ragihand ku piştî polîtîkayên Erebkirina Kerkûkê niha Kerkûk tê Şiîkirin.

5 Mijdar 2017 - 13:25
5 Mijdar 2017 - 13:25
 0
Rêbwar Talabanî: Kerkûk tê Şiîkirin

Talabanî parast ku polîtîkayên cûdaxwaz ên Haşda Şabîyê ji serdema Partiya Bees a Seddam bihûrî ne û got Haşda Şabî taxê kurdan ên li Kerkûkê Şiî dike.

Talabanî pratîkên Beesê dibîr anîn û wiha axivî, \"Partiya Beesê 35 salan xwest Kerkûkê Ereb bike lê bi ser neket. Partîya Bees bi polîtikayên xwe yên mezhebî bi ser neket. Niha jî dixwazin Kerkûkê Şiî bikin ango Kerkûkê bi Şiîyan dagirin.\"

Ev nûçe bi tevahî 1603 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:26:39