Trump û Erdogan pêşhateyên li Deryaya Spî gotûbêj kirin

Ofisa Ragihandina Serokomariya Tirkiyê, ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan peywendiyeke telefonê encam dan.

27 Tebax 2020 - 03:44
27 Tebax 2020 - 03:44
 0
Trump û Erdogan pêşhateyên li Deryaya Spî gotûbêj kirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di peywendiyeke telefonî de pêşhateyên li Derya Spî gotûbêjkirin.

Ofisa Ragihandina Serokomariya Tirkiyê, ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan peywendiyeke telefonê encam dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku herdu serokan di peywendiya telefonê de li ligel mijarên dualî, li ser pêşhateyên li rojhilatê Deryaya Spî û herêmî axivîn.

Li gor daxuyaniyê, Erdogan di peywendiya telefonê de aniye ziman ku sedemên bêaramiya li rojhilatê Deryaya Spî Tirkiye nebûye.

Herwiha hatiye gotin ku Erdogan tekezî li wê yekê kir ku “Tirkiyê bi gavên pêwîst nîşan daye ku li rojhilatê Deryaya Spî alîgirê diyalogê û kêmkirina rageşiyê ye.”

Ev nûçe bi tevahî 774 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:59:16