Amerîka daxwaza derkirina PKKê ji Şingalê dike

Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk daxwaz dike, PKK û mîlîşyayên din ji Şingalê derkevin. Fermandarê Hêzên Êzidîxanê jî pesnê daxwazên Amerîka bo derkirina PKKê ji Şingalê dike û wê daxwazê bi girîng bi nav dike.

27 Tebax 2020 - 07:52
27 Tebax 2020 - 07:52
 0
Amerîka daxwaza derkirina PKKê ji Şingalê dike

Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk Joy Hood di çarçoveya dîdareke rojnamevanî de li Washingtonê ragihand, Şingal baştirîn cih e ji bo destpêkirina rêkeftina Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Wî berpirsê Amerîkî aşkere kir, heger hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexdayê û Tirkiye bi piştevaniya Amerîka û welatên Hevpeymaniya Navdewletî, dikarin navçeyekê wek Şingalê ji grûpên çekdar bêne pakkirin û di nava wan de jî PKKê.

Derbarê wê daxwaza Amerîkî de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Êzidîxanê Heyder Şeşo ji K24ê re ragihand, girîng e Şingal bi cidî bê wergirtin û divê Şingal ji milmilaniyan were dûrxistin.

Heyder Şeşo tekez kir, ji wan re Şingal man û neman e.

Ev nûçe bi tevahî 897 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:14:40