Dixwazim rewşa civaka kurd ya niha ku min bi çavên xwe dîtiye û bi guhên xwe bihîstiye ji bona we vebêjim da ku em bi hevre fêr bibin bê em ji ku hatine ku. Sedem û armanca şerê ku kurd kuşt, bê war û yar hişt, vekim. Vekim da ku em ji nûde li ser rewşa heyî, li dora xwe, li hal û ehwelê xwe bifikirin…
Li gor min sedema destpêkirina şerê çekdarî ya li bakurê kurdistanê, wêrankirina Kurdistanê û kuştina kurdan bi xwe bû. Ji ber ku dagirkerên me gihiştibûn wê baweriyê ku heger bi destên kurd, kurdan nedin kuştinê û erda wî talan û wêran neke dê nikaribe bi serkeve.
Armanc û hedefa şer, perçekirina civatê bi xwe bû ku ew civata li ser hev, têk birin bû. Her weha jî bû. Armanca wî şerî ew bû ku tovên (bizirin) nifakê û dijminatiya bra ya li hember bira bû. Hedefa şer bi saya serê çekan tirsandina gelê kurd û ji qudûmşkestina wî bû.
Bi rastî mirov li ser wî şerê ji bona tunekirina kurdan û perçkirina mejî û valakirina gundan, hatibû destpêkirin, çiqasî binivîsîne jî mirovê nikarebe bi temamê armanca wî vebêje. Ji ber vê ye ku niha tu normên civatê ango civata kurd di nava kurdan de nemaye û herkes bi hale xwe û xwe tenê fikirandinê de ne. Adet, tore û çanda kurdî nemaye. Ma be jî tenê di nava salmezinan de hin heye…
Ez ê di vê nivîsa xwe de li ser rewşa gundan rawestim û bi mînakekê bixwazim bidim fêmkirinê, bê kurd li gundê xwe ketine çi hal û warî.
Ez bi xwe li gundê Xozberiyê ya ku bi ser Dêrika Çiyayê Mazî û nêzîkî Qesra Qenco ye hatima dinyê (1955). Di dema min de û heta sala 1970ê li gund havînan ava vexwarinê tunebû. Ji bona tasek av, em serê siban berî ku roj hilê bi keran û li ser pişta wan jî bi cihkirina du tenekên ji bona avê, em diketin rê, qederê du saetan me xwe dighişt gundê bîra avê lê hebû. Bi hezar zor û zehmetiyê, ji bona em ji tîna nemirin me rojê tu teneke ava bi hezar zor û zehmetiyan dianîn malên xwe.
Ez niha di vê gera xwe ya piştî 18 salan çûm wî gundê ku min tam 30 sal bû nedîtibû, bûme mêvan. Nas û dost li me civiyan em ketin nava sohbet û meseleyên berê heta ku me berê rojeva xwe anî ser vê dema ku ew niha tê de dijîn.
Ew gundê havînan tasek av lê tune bû. Ez bûme şahidê wê yekê ku îro ava vexwarinê di muslixên ku di her malan de ye, av jê diherike, hebûn. Yanî êdî ava wan li ber wan e. Gund hingî şên kiribûn, qet mirov texmîn nake ku ew gund Xozberî bû.
Wê Xozberiya em havînan hesreta tasek av bûn. Îro bû bû dar û darisan. Tu çi fêkî û meyve bixwazî li heye. Erdê ku me berê sale carekê dikir genim, ceh û garis îro bi saya bîrên avê ew erdana salên sê caran tiştan lê diçînin û difroşin. Kesên ku perçek erdê wî hebe hema bêje dewlemende.
Bi piranî li ber her malekê siyarek heye. Di destê her jin û mêrekî de telefona destan heye. Ji zarokên dehsaliyan bigirin heta mezinan bi wan telefonan li rêze filmên ku kurdan ji mejûyê wan, bê ku haya wan jê hebe dûr dixe, guhdarî dikin.
Di her malê de televizyon jî hene. Çi ya ser bi pkk ye û çi ya dewletê ku hema bêjin, jin û mêrên betal an sal mezin hemî li ber wan in. Hin jê fêm dikin hinên bi tirkî nizanibin tenê lê temaşe dikin. Wan telefon û televizyonan zarokên kurdan ji hebûna wan dûr xistine. Loma êdî ciwanên gundî û piraniya kesên ji bona şerekî din dernekeve, talan û kuştina kurdan pêk neyê, hema dibêjin em tirk in. Ma çima hûn dixwazin tirkiyê perçe bikin??? Aha kerasete herî mezin ku li gundan destpêkirî ye ev bi xwe ye. Sedema vê yek jî ji ber di televizyonên pkk de parastina bratiya gelan e.
Bala xwe bidinê kurdek li ser erda xwe ye û ew dizane ku welatê wî hatiye perçekirin, ji bona careke din şer dernekeve û kesên wan neyê kuştin û gundê niha bi wê xweşiya xwe neyê hilweşandin êdî dibêjin: ”Ma hûn çima dixwazin tirkiyê perçe bikin?”.
Dema em li gund rûniştin û gundî hatin serdana me. Ez gelekî kêfxweş bûm û oda gundiyan ya zemanê berê ku her êvar civat li wir digeriya, hate bîra min. Lê hezar mixabin di nava wê qelabalixê de çavên min bi tu ciwanan neketin û yên hatibûn hemî sal mezin bûn.
Di hemî malên gundiyan de televizyonên ser bi pkk hene û di hemiyan de rastî tê veşartin. Di bernameyên wan yên siyasî de bratiya gelan tê parastin. Loma gundî êdî nema dikarin bifikirin ku wan çiqas bedel dane. Çendîn zarokên xwe, mal û mulkên xwe wenda kirine. Êdî kes li ser vê nafikirin. Tiştên niha dibînin xweşiya wî gundî û bratiya gelan e. Loma êdî tu doza wan ji bona hebûn û azadiya Kurdistanê nemaye.
Gund şên bûye, mejî û bawerî guherîye. Ditirsin ku ev hebûn ji destê wan here loma qîma xwe bi her tiştî anî ye û ji halê xwe razî ne. Vê nivîsa xwe bi gotina pîrejinekê diqedînim û wê berê xwe da min got:
- Law Bûbê ma ne hûn dixebitîn da ku em jiyaneke xweş, rehet û aram bijîn. Niha em vê dijîn û em naxwazin careke din zarokên me bêne kuştin û gundê me xerab bibe. Her tişt qediya û em bi saya pkkê gihiştin vê xweşiyê. Niha her tişt li gor dilê me ye. Tenê êdî em û nebiyên xwe nikarin ji hev fêm bikin ango bi zimanên hevdu nizanin…
Wê nivîs bidome…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.