Hin kes henin ku ji ber zilm û qatlîma li ser gelê wan tê kirin, acizin û dixwazin welatê xwe ji ber vê tofanê xilas bikin.
Ji ber vê, kesên weha bi şev û roj, bi mal û canê xwe tê dikoşin ku welatê xwe ji destê dagirkeran azad bikin.
Kesên weha ji dil xebatê dikin. Di nava xebatên xwe de nafikirin ku ewên çiqasî vê weke şexsî ango ji bona xwe bikin. Ji ber ku tim neteweyî difikirin. Nafikirin ku kar li erdê ma bila bimîne, heta ji wan tê ew karê li erdê jî hildigirin. Ji ber ku kesên weha neteweyî ne û ji bona netewaya xwe her cûre fedekariyê dikin.
Her çiqaî hejmara kesên weha di nava tevgera ji bona azadiya welêt kêm jî be, roj tê ew dikevin piraniyê û welatê xwe azad dikin. Ji bona demên kurt gelekî zehmetiyan dibînin. Lê ji bona demên dirêj ew bi serdikevin.
Hin jî hene siyasetê dikin, lê tim jî dixwazin wê siyaseta dikin ji bona berjewendiya xwe û ya malbata xwe bi kar bînin û tînin.
Kes û tîpên weha di nava tevkara kurd de gelek in. Hemî kar û xebatên wan tenha ji bona xwe û malbata xwe ye. Lewra jî xwe zû bi zû nadin dest. Di rewşên fireh û aram de kes weke wan nikare bibin welatparêz(!). Di rewşên dijwar, zor û zehmet de tu du bêjeyên kurd û kurdistanê ji wan nabihîze.
Ji ber pêkanîna karê xwe ê şexsî van kesan dinav kîjan rêxistinê de kar bikin heta ew rêxistin hebe ewên jî li wir bin. Ji ber ku fêda wan ya şexsî têde gelek e.
Di siyaseta kurdistanê de hin qarekter jî hene ku karê wan tenha derew e. Wan xwe li ser asasê derewan perwerde kirine. Derewên xwe weke rastî bin bi xelkê bi kesan didin qebûlkirinê da ku pê bijîn.
Tim derewan dikin, ji ber ku rastî li wan nayê. Bi saya wan derewên xwe dibin xwedê mal û meqam. Kesên weha hingî derewên xwe li hev diedilînin ku mirov zû bi zû di derewên wan de tê nagihêje. Dema mirov fêr jî dibe êdî her tişt diqede ango tê merhelaya dawî.
Di siyasetê de ango di siyaseta kurdan de şelaf û şelaftî pir li pêş e. Kesên şelaf bi saya şelaftiyên xwe meqsedên xwe jî pêk tînin.
Ji ber, berpirs û rêberên xwe re tenha şelaftiyê dikin da ku ew jî wî/ê bertîl bike. Bertîl jî çend cûre ne. Yap peran didê ya jî di nava rêxistinê de cihekî bilind didin wan da ku ew jî bêtir ji karê xwe agahdar bin.
Kesên şelaf bi vê şelaftiya xwe zerareke mezin didin, rêxistin, partî kes û kesayetiyan. Gelek caran têkçûna rêxistinekê bi saya şelaftiya wan têk dihare. Vana weke kuliyên zada ne. Kulî genim vana jî mejî dixwin.
Di siyaseta kurdan de cih û warê canbazan herî bilind e. Canbaz çawa dikarin li ser benan bimeşîn û nakevin, çawa dikarin ji benekî bazdin ser hinên din û nakevin û taliyê jî bala herkesan dikşînin ser xwe, çapik û aferîmên ew dixwazin ji temaşevanên xwe digirin.
Canbazên siyasetê jî weha ne. Dikarin ji partiyekê birevin yeka din, dikarin ji herkesan re xizmetê bikin bê ku baweriya wî/ê pêk hebe.
Canbazên siyasetê ji daxwaza tu kesan re nabêjin na, dilê kesan ji xwe nahêlin, lê tim jî weke xwe dikin.
Canbazên me yên siyasî hingî canbaziyê dikin, rûçikan wan, helwestên wan, kiryar û bûyerên wan zû bi zû nayê fêm kirin. Te bi salan dixapînin bê ku hay û baya te jê hebe.
Te tim bi xwe re mijûl dike da ku tu doz û dawa alîkariyê ji kesên dikin neke. Kesên waha naxwazin pêşveçûn bibe û tim jî li pêşiya pêşveçûnê astengên herê mezin ew bi xwe ne.
Lê ji ber xweşkirin û teqle avêtinên wan moriv jî di destpêkê de bi wan bawriyê tîne, lê taliya talî derbaye herî mezin ji wan tê. Lewra jî di siyasetê de kesên herî xeter ev in
Îcar li gor min tevgerên Kurdistanî li xwe vegerin her yek ji wan van qarekterên di nava wan de bibînin û pêşî li wan bigirin aha wê demê tevgerên kurdistanê wê li ser xeta neteweyî û li gor berjewendiya kurdan bi rehetî tevbigerin.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.