Ez weke rewşenbîrekî gelê xwe, weke nivîskarekî miletê xwe, ez weke kurdekî dilsozê welatê xwe niha gelekî dilxweş, kêfxweş û serbilind im.
Çima?
Niha me hemiyan bi hevre dît ku bi vekirina fuaran pirtûkan ya di roja 28-9-2019an ve li Diyarbekirê vebû ku wê 9 rojan li paytexta me li bakurê kurdistanê li Diyiarbekirê ku em wê weha dibînin, Fuara pirtûkan hate vekirin û ev hê jî vekirî ye.
Bi temamî ev fuar wê neh rojan bidome. Li gor min; ev hêjayiyeke mezin e ku di vê dema agir bi erdê ketiye, şoreşeke kulturî ango çandî ye.
Hûn ya rastî bixwazin dilxweşiya min, kêfa min û serbilindiya min ew e ku di vê Fuarê de ewqasî pirtûk û nivîskaran beşdariya wê kirine..
Ji bona miletekî. Xelkekî kolonî bi çapkirina ewqasî pirtûkan û hebûn ango beşdariya ewqas nivîskaran, ma mirovê çawa kêfxweş nebe?
Heger mirov dilreş nebe, heger mirov bi awayekî û li gor vê rewşa niha bakurê kurdistanê tê de ye, binêre mirovê bi xwe bibîne bê ev çiqasî hêja ye.
Li gor hate nivîsandin û gotinê; Di vê Fuarê de 130 weşanxaneyan û bi beşdariya 380 nivîskarên ku amade bûn, li gor min ev şoreşek e. Ya din dîsa li gor hatiye nivîsîn ku rojane 20-25 hezar kes fuara pirtûkan zîyaret dikin.
Ev beşdarî bi xwe gaveke gelekî erênîye. JI vanên beşdar her ji deh kesan yek jî pirtûkekê bikiriin, dîsa bi hejmareke zêde wê pirtûk bêne firotin û wê bikevin malan.
Pirtûk dema kete malên di tariyê de ne, wê bi saya wan pirtûkan rohnî bibe. Ev jî bi me di dide zanîn ku di vê fuarê de şoreşek nû ku êdî wê mirovên me bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin,, pêk hat.pêk anîn.. Evê di destpêkê de wê hezkirina berhemên kurdî bixwe dilên kesên kurd. Ma ji vê xweştir.
Çi dibe bila bibe, kî/ê çi dibêje bila bêje. ev serketineke mezin e û divê hewldan bibe da ku her sal ev fuara pirtûkan bi vî rengî û hê xurtir li dar bikeve.
Derdê me kurdan yek jê nezanî ye. Ew jî ji ber sedemê ku me nikarîbûn bi zimanê xwe bixwînin û dîroka xwe, çanda xwe binasin.
Ew dîrok û çanda me ya ku bi destên dagirkeran hatiye nivîsîn hemî serobinî hev kirine, weha nivîsîne ku em ji dîroka xwe şerm bikin. Ji ber ku tiştên wan nivîsîne hemî çewt e.
Heta ku em bi xwe. dîroka xwe, bi zimanê xwe nenivîsînin, em ê xwe nas nakin, em ê xwe nizanibin, em ê hêjayiya welatê xwe fêr nebin.
Loma bi çapkirina ewqasî pirtûk û bi hebûna ewqas nivîskaran em fêr dibin ku di vê şoreşê de gelê me êdî wê xwe nêzîkî xwe bike. Ango zimanê xwe fêr bibe û bi wî zimanî wê dîroka xwe jî binase.
Welatên dagirkirî ku dîroka xwe nasîn, bi çand û kultura xwe tevgeriyan hûn bizanibin ew milet dê di demeke nêz de bighêje azadiya xwe.
Heger nivîskar û berhemên li derveyî welêt jî beşdariya vê fuara delal kiribana wê ew hejmara hatibû dayin du qat biba.
Bi hêviya sala bê zêdetir nivîskarên kurd bi berhemên xwe yên nû û kevn beşdarê fuara Diyarbekirê bibin da ku dinya û wan tirkên înkara zimanê me dikin fêr bibin, bizanibin bê kurdî çiqasî zimanekî dewlemend û qedîm e.
Helbet kêmanî hene, lê mijara vê nivîsê ne ew e. Tenê dixwazim vê jî bêjim ku xwezî nivîskar, weşanxane û pirtûkên ku li başûrê kurdistanê an jî ji perçên din jî hatibûn weşandin di vê Fuarê de amade bana ku dijminê gelê me bidîtana bê zimanê me, çanda me, ya wan dixwest tune bike, bê çiqasî dewlemend e.
Spas ji bona wan weşanxaneyên kurd û bi berhemên kurdî û nivîskarên xwe yên kurd beşdarî vê Fuarê kirine.
Sipas ji bona xelkê Diyarbekirê ku bi beşdarbûna xwe kêfa nivîskar û weşanxaneyên xwe anîn û wê bînin.
Bi hêviya sala bê ji her çar perçên kurdistanê weşanxane û nivîskar beşdarî bikin.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.