Em kîne? Em ew kurdên dixwazin welatê xwe azad bikin. Miletê xwe ji bindestiyî derxin e.
Em kîne? Em ewladê wî welatê ku ji aliyê çar dagirkeran ve hatiye perçekirin ku dixwazin ji bona serxwebûna wî kar û xebatê bikin e.
Em kîne? Em ew kesên li ser axa welatê xwe ê perçekirî dijîn û bi perçekirina milet mejî yê me jî berçe kirine. Em ji bona topkirina mejî, azadiya welat û demokrasiya ji bona gelê xwe kar dikin e.
Em kîne? Em ew kêsin ji bona welatê xwe azad bikin, dem û dezgehan dadimezirînin, rêxiraf û partiyan dixuliqînin e.
Loma min xwest hinekî vê meselê vekim da ku êdî em ji hevdu fêm bikin.
Berî hertiştî dixwazim bêjim; pêwîst e ku hemû rewşenbîrên Kurdistanê bikaribin bi rehetî û aramî, kêmaniyan bêjin, başiyan bipesidînin. Yên nikaribin vê bikin li gor min ew ne rewşenbîr in.
Rewşenbîr divê azad be, lê azadî ne ew be ku her tiştekî serûber bide berxwe. Her tiştekî li ber çavên xelkê xwe reş bikin e. Her tiştekî li gor pîvan û qaîdeyan têne meşandinê.
Ji ber vê ye ez bi xwe weha dikim. Çi şaş dibînim wê dinivîsînim û çi jî baş dibînim wê dipesîdînim. Divê partiyên me jî hinekî nerm bin, mutewazî bin. Li hember rexnan xwedî tolerans û bînfireh bin.
Min gelek caran ji ber kêmanî an jî şaşiyên hin partiyên me kurdan ew rexne kirine û ez ê bikim. LÊ divê ez vê bi eşkereyî û vekirî bêjim û bidim zanîn ku ez bi xwe ne dijminê tu rêxistinên kurd û kurdistanî me. Ez tim xwe weke endamekî hemûyan dibînim.
Hin hene tim li benda ya xwe ne û çi dema rexneyeke me re ya li hember partiyeke kurd û kurdistanê dibînin, wê dikin sedem û ya dilê xwe dirijînin. Weke ku me re jî ew be. Ango weke wî/ê difikire. Ev nerast e û ez gelek caran rastî vê hatime. Loma min pêwîstî dît ku bi çend rêzan jî be helwesta xwe dîsa weke gelek caran eşkere bikim.
Min ji xwe re kirî ye prensîb ku ez ê tu caran li hember şaşî û kêmaniyan bê deng nemînim. Çi wextê û li ku kêmaniyan bibînin ez ê rexne bikim. Lê di rexneyên min de tu caran heqaret, sikêf û gotinên ne li rê tune ye û wê tune bin jî.
Dema kêmaniyekê rexne dikim, dixwazim ew kêmanî temam bibe. Dema ez partiyeke kurd û kurdistanî ji ber hin kêmaniyan wan rexne dikim, dixwazim bi pêşkevin û bê kêmanî karê xwe bikin.
Min gelek caran gotiye dîsa dibêjim; Ez weke Bûbê ji hemû partiyên me yên niha hene û ji xwe re dibêjin ez kurd û kurdistanî me, hez dikim. Kîjan ji wan çi demê ji min karekî an tiştekî bixwazin, ez amade me li gor qawet, zanîn û kanîna xwe ji wan re bibim alîkar.
Bi rexneyên çêker partî û rêxistin bêtir dikarin li xwe hay bibin, dikarin zû li xwe varqilin da ku kêmaniyên xwe temam bikin.
Ez dizanim ku rêxistina herî xerab ji bê rêxistiniyê baştir e. Ji ber welatek tenê dikare bi saya partiyan bê azadkirin. Demokrasî bi xebata partiyan tê belav kirin. Serbestî bi kes û xebata partiyan pêk tê.
Miletê me jî miletekî him bi axa xwe him bi mejîyê xwe hatiye dagirkirin.Ji bona rakirina dagirkeriyê jî divê partî hebin, bi hêz bin û li ser xeta neteweyî kar bikin.
Hemû rêxistinên me yên niha ku ji xwe re dibêjin; "Ez kurd û kurdistanî me" ligor vê baweriyê karên xwe jî dikin. Ha kêm hêz in, kêm qawetin lê em bi hevre ji wan re bibin alîkar wê bi hêz jî bibin û bibin xwedî qaweteke neteweyî jî...
Ha karê wan bi dilê me ye, ne bi dilê me ye ew tiştekî din e. Lê camêran li gor vê armancê ketina ser rêya azadiyê û dimeşin. Helbet rê ne pak û delal e. Kevir hene, çal hene, gir û zinar hene. Karê partiyan jî berê rakirina wan, dûre jî azadiya gel e.
Dibe ku partiyên me niha kêm hêzin, normal e. Nabin yek an di bin sîwaneke neteweyî de eniyeke bi hêz û xurt pêk naynin, ev kêmaniye li ne xayîntî ye. Ez kêm hêziyê ji dem û zemên re dihêlim û bawerim roj dê bê ev ê jî çê bibe.
Ji bona pêkanîna eniyek neteweyî jî wext û zeman jê re dibêje, ez bi hêvîime ku ev ê jî pêk bê. Loma jî divê mirov hinekî bi sebir be û tu caran jî bê hêvî ne be. Heta ku paratiyên me xwe zelal nekin, nerîn û dîtinên xwe bê tirs nebêjin û li ser xeta neteweyî kar nakin helbet wê nikaribin enî an jî yekîtiyan pêk bînikn...
Pêwîst e em ango kesên serbixwe jî ji kî/ê çi bê divê em ji partiyên xwe re bibin alîkar. Ev nayê wê watayê ku em ê wan rexne nekin. Em ê rexneyên xwe bikin lê divê em alîkarî û piştgiriya wan jî bikin.
Bê rêxistinî, bê partî welat nayên azadkirin. Madem şert ev e divê em jî vî şertê xwe pêk bînin. Ji partiyên xwe re bibin alîkar da ku ew bi hêztir bibin. Bi rexneyên çêker pêşiya wan vekin.
Partî û rêxisitnên bakurê kurdistanê yên niha hene û ji xwe re dibêjim em kurd û kurdistanî ne, li me jî dikev ku em piştgiriyan wan bikin da ku xurtir bibin.
Rêxistineke xurt dikare bibe pêşevaniya damezrandina eniyeke neteweyî. Bi rêxistinên kêm hêz û qels, tu enî û bere an jî cephe nayê damezrandin û bi destê wan tu azadî jî nayê.
Gotina min ya talî ev e; Li ser me ferz ku em ji partî û rêxistinên xwe hez bikim, ji wan re bibin alîkar. Bi rexneyên xwe yên çêker, kêmaniyên wan temam bikin da ku ew jî xurt bibin. Bi xurtkirina wan azadî roj bi roj nêzîk de.
Ji ber vê dibêjim; ez bi xwe hezkirê hemû partiyên me yên niha hene me, li gel hemû kêmaniyan jî ji wan hez dikim. Ji bona xurtkirina wan çi ji min bê ez ê bikim. Hêvîdarirm ku hûn jî bikaribin vê bikin.
Partî û rêxistinên me yên îro li bakurê kurdistanê ev in û divê em bi pêşkêşiyan wan welatê xwe kurdistana delal azad bikin. Wekî din tu rê li pêşiya me tune ye. Em hez bikin nekin îro ew hene.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.