Berî ku dewlet bêne damezrandin, milet weke eşîr û qabûle, axa û gundî jiyana xwe bi hevre didomandin. Di wan demana de serok eşîr û serokê qabîlan ew kes bûn ku eşîr û qabileyên xwe bi rêve dibirin. Bê wan liv û tevger pêk nedihat. Tu kesan nikarîbûn li dij wan derketana an jî gotinek ya jî rexneyek li wan bikirana.
Li gelek welatan û li Kurdistanê axayên xwedî çend gund û gelek gundiyan, her tiştek li gor wan û bi raya wan dihate meşandin û pêk anîn. Kêm zêde li her welatekî vê cîhanê rewş weha bû. Ango axa û serok eşîr her tişt bûn.
Lê dem hat ku damezrandina dewletan hêdî hêdî pêk dihat. Êdî serokeşîr, qabîle axa û lordan xwestin derbasî sistema dewletê bibin û ev jî li gel hin şoreşên çi bi xwînê û çi jî bê xwîn pêk anîn. Êdî sîstema dewletbûnê li cîhanê hat belavkirin.
Hin bûne dewlet. Xwe xurt kirin û dest avêtin karê dagirkeriyê. Eşîr û êlên li hemberî xwe dagirkirin. Mafê wan, heq û huqîqên wan ji wan girtin. Weke koleyên xwe bi kar anîn. Yek ji wan jî miletê kurd bû. Ji ber ku axa û serokeşîrên kurdan yekîtiya xwe pêk neanîn. Loma jî weke milet her mane kole û rencberê dagirkerên xwe.
Helbet ev jî heta hetayê ne domand. Êdî li cîhanê gelek axa, serokeşîran jî yekitiyên xwe pêk anîna û li hember dagirkerên xwe serê xwe hildan, xwe û miletê xwe azad kirin. Bi vê azadiyê jî ew bûne xwedî dewlet û ala xwe. Lê ji ber nelihevbûna axa û serokeşîrên kurdan ew her mane kole. Lê tenê li başûrê Kurdistanê Barzaniyan ji êşîrên kurdan konfederasyona eşîran li gundê Barzan pêk anîn û navê xwe kirin Barzanî. Îro ew hebûna li başûrê Kurdistanê bi saya wê konferderasyonê, pêşkêşiya Barzaniyan û li gor rêbaza pîroz ew azadî heye.
Lê mixabin li perçên din kurdan tu caran yekîtiya xwe pêk neanîn û heta roja îro jî bindest in. Bi erd û nifûsa xwe ji gelek miletên bûne dewlet mezintir û bêtirin.
Heger em başûrê kurdistanê ji nav vê derxin, hersê perçên din yên kurdistanê ji ber belavbûna nava xwe û ne lihevbûna wan hêjî weke koleyên dagirkerên xwe bin, dijîn.
Di çanda axa, serokeşîr û terîqetên dinî de yekitî tunebû. Loma li bakurê kurdistanê tu caran yekitiyek neteweyî pêk nehatiye. Ji ber vê ne li hev û belavbûna xwe jî heta niha kolene. Ev ne li hevbûn û ji hev belavbûna ji axa û serokeşîran bigirin heta roja îro jî berdewam e.
Hezar mixabin ku partiyên me yên siyasî ku ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanî ne, her weke axa û serokêşîrên wê demê ne. Ji ber ku ew ne bûn yek. Hêz û qawetên xwe nekirin yek da ku bi hevre li hember dijmin tekoşîna azadiya welatê xwe bidana û xwe bikirana dewlet. Ji ber ku dîroka xwe nexwendine û wê nizanin. Nabînin û naxwînin. Ji ber bê tifaqiya niha em weke kurdên bakurê kurdistanê di pêvejoyeke gelekî xerab de derbas dibin. Lê ev jî bala partiyên me yên siyasî nakşîne. Her serokekî partiyekê, weke serok eşîr an axayekî wê demê tevdigerin.
Herkes dizanin ku bi serê xwe tu kes nikare tiştekî bikin. Lê dîsa hêzên xwe nakin yek. Axa, beg û serokeşîrên me çawa heta hêza xwe ya talî li hember hev bi karanîn û nebûn dewlet. Îro jî ew kar ji aliyên partiyên me yên siyasî de berdewam e.
Wê çanda nelihevbûn, ji hev belavbûn û hevdu neqebûlkirinê hê jî berdewam e. Çawa axa û serokeşîrên me ji ber neyekbûna nava xwe, hemiyan bi hevre wenda kirin. Îro ev li pêşiya hemî partiyên me yên siyasî jî ne. Niha li gor min ferqa eşîr, axa û êlên berê û partiyên me yên siyasî yên niha zêde tune ye. Ferqeq girîng heye ew jî wan axa, eşîr û êlên kurdan di nava xwe de û bi hevre kurdî qise dikirin. Îro ew jî hêdî hêdî ji destê me dihare ku partiyên me û endamên xwe bi piranî bi tirkî bi hevre qise dikin û siyaseta kurdistanê bi tirkî dikin. Mixabin ev jî li bejna kurdan û welatê me kurdistanê nayê. Yanî bi gotineke din, wan eşîr û axayên me li pêşiya me bûn. Ji ber ku wan hebûnên xwe bi zimanê xwe diparastin. Îro ev jî ji dest me çû ye.
Çawa ku demên berê serok eşîr û axayên kurdan enerjiyên xwe li hember hev bi kar dianîn. Îro jî ew berdewam e. Hin partiyên ku ji xwe re dibêjin em Kurd û Kurdistanî ne, di bin sîwaneke neteweyî de nebin yek. Wê çanda serokşîran tesîr li ser wan kirî ye. Loma hê jî weke wan jiyana siyasî didomînin. Vê bandora xwe li nivîskar û rewşenbîran jî kiriye. Loma ew jî nikarin di bin konekî rewşenbîriyê de, xwe bikin yek. Qelemên (pênûs) xwe bixin berjewendiya gel û li ser xeta neteweyî wê li hember dagirkeran bi kar bînin.
Di piraniya welatên pêşketî de û yên xwe ji bin nîrê dagirkeran azad kirine, rol û erkên nivîskar û rewşenbîrên wan gelek bû. Lê em îro li rewşa rewşenbîr û nivîskarên kurdan dinerin ku piraniya wan ne weke rewşenbîran tevdigerin.
Di piraniya waletan de rewşenbîrên wan rol û erkê xwe lîstine û desthilat dane guherandin. Lê mixabin îro ew hêz û qawet bi rewşenbîr û nivîskarên Kurdan re tune ye. Ji ber ku ew jî ketina bin wê çanda nehevdu qebûlkirin û li dij hev derketandinê.
Li welatekî weke kurdistanê heta ku rewşenbîr û nivîskarên wî welatî bi erkê xwe ve ranebin. Bi wêrekî û li ser asasê berjewendiya gelê xwe nebêjin , nenivîsînin em ê jî weke kurd her bindest bimînin.
Heta ku rewşenbîr û nivîskarên me nebin yek. Heta ku ew ji bona berjewendiyên sexsî û hêzbayetiyê qelema xwe li dij hev bi kar bînin, em ê jî weke kurd her bindest bimînin.
Divê êdî rewşenbîr û nivîskarên me jî erka xwe bilîzin. Divê bizanibin ku ew bi qelema xwe û bi gotinên xwe yên wêrek, dikarin kurdên bakurê kurdistanê ji vê rewşê azad bikin. Loma divê berê ew li ser xeta neteweyî yekîtiya xwe pêk bînin. Bi nerîn û dîtinên xwe, li ser asasê berjewendiya gelê xwe, pênûsa xwe bi kar bînin. Wê demê dê serketin bibe ya wan û gelê me.
Erkê rewşenbîriyê wêrekî û li ser asasê rastiyê gotin û nivîsandina wî ye.
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.