Heger ez li bakurê Kurdistanê bibim desthilat: Wê karê minî ewil, ev be:
Ez ê berê axaftin û nivîsandina zimanê tirkî li kurdan qedexe bikim. Kesên bi tirkî biaxivin pênc û yên pê binivîsîn, deh salan ceza zîndan û peran bidim wan. Ev rewş wê li gor şert û mercên li Kurdistanê û li Ewropa bê guherandin.
Ji ber ku kurd tenê ji zorê fêm dikin. Kesên di zîndana Diyarbekirê de bûn. Di şevekê de du heta sê sirûdên leşkerî ezber dikirin. Lê di sî salan de û li Ewropa nikarin zimanê xwe fêr bibin.
Ne ku nikarin naxwazin. Bi serde zarokên xwe bi zimanê tirkî û li ewropa mezin dikin û wan zarokana jî berhemên xwe bi tirkî dinivîsînin. Dê û bavên wan jî bi vê kêfxweş û serbilind dibim. Gelek ji kesên weha jî bi tirkî dibêjin û dinivîsînin: Zimanê xwe fêr bibin!!! Çi tiştekî ecêb e. NE
Bi salan di zîndanê de bûn, li wir kurdî li wan qedexe bû. Ji zîndanê derketin êdî wan kurdî li xwe qedexe kirine. Berhemên xwe yên li ser wê zîndanê, bi tirkî nivîsîne û dinivîsînin. Ji ber vê heger ez bibim desthilat: Ez ê wan kesên weha ji nivîsandina berhemên wan yên û axaftina wan ya tirkî, wan bavêjim zîndanê, heta ku kurdî fêr bibin.
Heger ez bibim desthilat: Ez ê kesên bi kurdî nizanin nekim rêvebirên tevger û partiyên Kurdistanî. Ez ê nehêlim wan dê û bavên zarokên xwe bi zimanê dagirkeran mezin û perwerde kirine, têkevin nava civatê. Ez ê wan kesên bûk û zavayên wan tirk in, ji tevgera siyasî ya kurdan dûr bixim.
Ez ê bikevin nava hewldanan ku wan adet û toreyên Kurdan li wan vegerînim da ku ew jî bikaribin li xwe vegerin û kurdbûna xwe biparêzin. Ji ber ku miletek bi ziman, adet û toreyê xwe yên civakî hene. Heger vana neman ew civak jî namîne an dibin miletekî din.
Ez ê qanûnekê derxim û rêvebirin partiyan mecbûr bikim ku kesên dibin rêvebir pêwîst e zarokekî xwe jî bike endamê partiya xwe. Yên vê nekin wê nikaribin bibin rêvebir.
Ez ê bi qanûnekê diyar bikin ku ji bilî hin îstîsneyan kesên bûne 60-65 heta azadiya kurdistanê dê nebin rêvebir. Ji ber ku ji bona azadî û serxwebûna kurdistanê xwîna germ û ciwanên jêhatî lazim in. Lê piştî azadiyê rewş diguhere.
Heger ez bibim desthilat: Ez ê hewl bidim rêvebirên partiyên siyasî ji kesên xwenda, zana û têgihiştê hilbijêrim. Herkesên ku bibin xwedî erkekî divê hosteyê wî erkê xwe be. Divê kontrolek li ser kesên berpirsiyarî digirin hebe. Karên wan û xebatên wan bêne şopandin da ku bê fêm kirin bê çiqasî kar kirî ye an dike.
Heger ez bibim desthilat: Ez ê bi fermanekê bidim zanîn ku divê her kesên kar û berpirsiyarî girtine, encamên kar û xebatên xwe her meh weke rapor bide komîteyên jorî xwe.
Heger ez bibim desthilat: Ez ê heqê nedametiya endamên partiyên siyasî li gor hatinên wan diyar bikim. Ji ber ku ne qanînî û însanî ye ku herkes weke hev heqê endametiyê bide. Yekî dewlemend ku bi milyonan dilîze û yekî tenê îdar mala xwe bi maaşekî ango bi mûçekî derbas dike, wehe hev heqê endametiya partiya xwe bide. Ha piştî serxwebûna kurdistanê ev dikare bê guherandin.
Heger ez bibin desthilat: Ji bilî hin îstîsneyan, ez ê nehêlim kesên sal mezin bibin rêvebir. Ez ê mafê weke şêwirmendekî bidim wan û ciwanan bikim rêvebir ku ew tevgerê bi rêve bibin.
Heger ez bibim desthilat: Ez ê di nava endaman de berê xweşbiniyekê çi bikim da ku bi hev bawer bin û ji hev hez bikin. Heger di partiyekê de du kesên ji hev xeyîdî hebin ew nikarin bi hevre, mil bi mil kar bikin.
Heger ez bibin desthilat: Ez ê perwerdahiya endamên rêvebir mehê carekê an ji sê meha carekê bikim. Wan têxim ezmûnê bê ka di karê xwe de çiqasî bi serketi ne.
Heger ez bibim desthlat: Ez ê ji bona rêvebirên partiyê doktorekî psikratîk peyde bikim ku rewşa wan hemiyan di ber çavan re derbas bike. Derûniya wan bipîve. Bizanine ku ew kesana dê bikaribin rêvebiriyê bikin ya na. Ji ber ku bi kesên derûniya wan xerab, rêvebirên baş dernakeve.
Heger ez bibim desthilat: Ez ê rewşa rêvebiran bipîvim bê ka çiqasî bi zarok û malbata xwe ve girêdayî ye. Ji ber ku kesên ji malbata xwe dûrketîbin û neyên hezkirin wana nikarin hezkirina miletê xwe bigirin
Êdî hûn dizanin heger ez rojekê bûme desthilat ez ê vana pêk bînim. Çi bi darê zorê û çi jî bi xweşî.
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.