Cîhana ku em li dijîn, ne rehet e. Li ser wê şer û pefçûn, lêdan û kuştin heye. Helbet eksê wê jî xweşî û dilovanî ye.
Mirov dixwaze û berxwe dide da ku li vê cîhanê bi awayekî aram, rehet û azad bijî. Lê tim jî ev nebe para mirov.
Ji bona bi destxistina aramî, rehetî, azadî û demokrasiyê jî tekoşîn û berxwedan lazim e. Ew jî bê bedel nabe.
Desthilatan tim jî xwestine ku kesên bindest, ji bona dengê azadiyê, demokrasiyê nebihîzin kar kirine û dikin. Ew deng û nivîsên ji bona azadiya gel û demokrasiya xelkê, ji teref serdestan têne sansorkirinê da ku gel tim di nava tarîtiiyê de bijî.
Dema xelkek, gelek di nava tarîtiyê de be ev li hesabê serdestan tê. Heta ji wan bê wê nehêlin tarî rabe. Ji ber vê jî wê tu caran û heta ji wan bê rê nedin hin deng û nivîsên rewşenbîrên ji bona azadiya gelê xwe dinivîsînin.
Ji bona hin caran nikarin bi temamî dengan bê deng bikin. Loma deng û nivîsên ji bona azadiyê têne nivîsên diguherin ya qut dikin ya jî dikin weke xwe û belav dikin. Navê vê jî Sangor e, lê ew navekî din lê dikin. Sansor jî tiştekî gelekî xerab e.
Rewşenbîrên miletan tim jî li hember vê derketine û ji bona deng û nivîsên xwe bighêjînin gelê xwe gotinin û nivîsandinin. Helbet gelek bedel jî dane û taliya talî ev helwesta li hember sansorê li welatên pêşveçûye de bi serketiye.
Serketina wê, ronî daye gel, zanyarî daye xelkê xwe. Rewşenbîran her gav ji bona xelkê wan bikaribin bi zanistî û bîrewirî li hember zaliman derkevin rê û rêbaz nivîsandinên, da ku xelk, gel xwe bi saya wan nivîs û dengan azad bike. Şevreşa gel têde ronî bike.
Em weke kurd jî li her çar perçan jî berxwe didin, dibêjin û dinivîsînin da ku gelê me şiyar û zane bibe, bi rêyeke rast û netewî bikaribe xwe ango gelê xwe azad bike. Loma jî divê kurd di vî warî de gelek şiyar bin da ku bi rêya gotin û nivîsandinê bi awayekî rast li ser xetekê neteweyî tesîra xwe li gel bike. Ji ber vê:
Heger rojname, kovar û malperên kurdan serbestî û azadiyê nedin nivîskarên xwe û nivîsên wan weke ew dişînin neweşînin, ev tê wê wateyê ku nivîsan sansor dikin. Sansor jî tiştekî xerab e. Weke tu mejiyê nivîskarî/ê ji serê wî/ê derdixi ye. Nivîskarên azad û serbixwe divê li hember vê bê helwest nemînin...
Divê nivîskar nekevin wê kelecan û kêfê ku nivîsên wî/ê têne weşandin bes e. Nivîsên sansor dibin ji navaroka xwe dûr, bê wate dibin û erkê xwe jî nalîzin.
Ji ber ku di her civatê de û li hemû cîhanê yên pêşiya gel vedikin, yên rê û rêbazê rê gelê xwe û cîhanê didin rewşenbîr, nivîskar, ozan û siyasetmedar in. Loma divê nerînên van canik û camêrana weke difikirin bêne weşandin.
Îro divê di her warî de, di her babetê de kurd zimanê xwe bi kar bînin. Bi vî zimanê şêrîn û delel êşa gelê xwe û rêya çareseriya wê êşê re derman bibîne, ji gel re bêje û binivîsîne. Lê divê rojname û kovarên me kurdan jî rêzê ji nivîskarên xwe re bigirin, nivîsên wan neguhrînin, qut nekin an jî di hin deran de bêjeyên xwe di şûna ê nivîskar de bi cih nekin.
Dema ev kirin wê gavê ew nivîs ew gotin ji qalibê xwe derdikeve, bê mane dimîne. Nivîs an gotinên bê mane jî nikare erka xwe bilîze an bîne cih.
Ev demek dirêj e ku ez di nerînaazad de dinivîsînim weke nivîskarekî wan im. Heta niha nebûme şahidê wê yekê ku wan ne nivîs, ne bêje heta nokte jî dest nedanê. Heta hin caran hin herf şaş jî têne nivîsên wê jî rast nakin ango destê xwe nedanê. Ez çawa dişînim weha diweşînin. Aha azadî ev e. Ji ber ku nivîs xwediyê xwe girê dide. Loma ne hewceye ku pê bê lîstin. Min çima ev got:
Ji ber hin malperên me hene ku ciwan tê de kar dikin. Carna ji me re nivîsan dixwazin û dema mirov ji wan re dişîne, bi nivîsê dilîzin. Guherandinan têde çê dikin, hin tiştan weke xwe dikin û nivîsê li gor xwe qut dikin. Ev gelek caran hatiye serê min loma min ev nivîsî ku divê malper,rojname û kovarên kurdan vê nekin. Rewşenbîr û nivîskarên me çiqasî azad binivîsînin ev ewqasî ji bona tevgera kurd baş e.
Ji ber vê ye ez dibêjim; divê rojname, kovar û malperên me kurdan jî weha bin û bi meqesan nakevin nav nivîsa nivîskar, bi balyozan axatina hinan neeciqînin. Ji ber ku niha ya herî girîng ew e ku divê xelkê me, miletê me, kes û kesayetiyên me nivîsên rewşenbîrên xwe weke ew dinivîsînin bixwînin.
Ew nivîsên weke xwe têne weşandin, him bi maneya xwe, him bi navaroka xwe dengê gel in. Bîr û boçînê nivîskar in. Dengê rewşenbîrên gel in. Dikare şaş be, kêm bin. Mirov dikare rexne bike lê ne sansor. Dikare neyê weşandin, lê ne sansor....
Bi hêviya rojname, kovar û malperên kurdan azadiyê bidin nivîsakarên xwe da ku ew çawa difirin weha jî binivîsînin û ew nivîs weke xwe bê weşandin. Divê nivîskar û rewşenbîrên me jî li hember sansorê bi deng nemînin. Ji ber ku sansor helandina mejî, jêkirina ziman, kerkirina guhan û korkirina çavan e.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.