Ez bi xwe gihiştim wê qenetê ku divê kurd êdî sedemên çima bi sernakevin bigerin, bibînin û wan yek bi yek eşkere bikin. Astengên li pêşiya vê derxin. Li gor min:
Ji bêr bê rêzî û ji hev nehezkirina hev em weke kurd tim wenda dikin. Her weha car carna hin ji berpirs û rêvebirên kurdan hin ji rewşenbîrên Kurdan serdestên xwe, ji xwe mezintir, baştir û bi qîmetir dîtine an dibînin. Sedema vê jî ji dagirkirina mejû û welêt tê.
Bê serokekî neteweyî ku bikaribe piraniya kurdan hembêz bike û wan li hev rakire, serketin zehmet e. Li gor min êşa herî mezin ya kurdan ev e. Loma nikarin an jî naxwazin serokekî ku bikaribe neteweyî bifikire, xelkê xwe li hev ragire, derxin. Lê divê em bizanibin ku bê serokekî weha serketin nabe. Îro şansa kurdan heye ku serok Mesud Barzanî li gor vê erkê ye, lê kurd bi her awayî piştgirya wî nakin, da ku ew jî bikaribe rol û erkên xwebi qertên mezin bilîze.
Ji ber bê rêxistiniya neteweyî ye ku gelek bûyer û kiryarên xerab têne pêşiya me kurdan. Partî û rêxistinên me ji neteweyetî bêtir, hizbî difikirin û hê jî xwe ji vê çerçeweyê azad nekirine. Ya girîng ku piştî salên 1990î êdî kes, rêxistin û partiyên hene destên xwe naxin bin kevir, karên bi rîsk û xeter jî nakin. Li meydan xebatên eşkere de li gor qanûn û destûra heyî, hespên xwe didin bezê.
Lê divê neyê ji bîr kirin ku di welatên kolonî de hemî kar bi risk û xeter in. Ji ber ku dewletên dagirker wê her nexwazin xelkên kolonî azad bibe. Kuştin, malwêranî, koçberî û talanî hemî ji ber vê rû dide.
Tunebûna Eniyeke (Cepheyek) Neteweyî dihêle ku her rêxistineke bi serê xwe tevbigere. Ev jî bi xwere şaşitiyan tîne ku gelek ji wan şaşiyên têne kirin, çareseriya wan wext digire. Heger eniyek an jî tevgereke yek dengî li bakurê kurdistanê û li perçên din heba, wê li hember van bûyer û kiryarên li kurdistana başûr, bakur, rojhilat û rojava bê deng nema na. Di roja referandûma ji bona kurdistaneke serbixwe kuçe û kolanên bajarên bakurê kurdistanê dê vala nemaba. Gelo partiyên me ev muhasebe kirin ku çima weha bû.
Kêmbûna hizra neteweyî dihêl ku kurd bêtir şexsî bifikirin û berjewendiyên şexsî bidin pêş. Loma jî heta mileteke bi praniya xwe li gel hêz û partiyên xwe neteweyî nefikirin wê tim berjewendiyên şexsî li pêş bin.
Loma jî berjewendiyên şexsî nahêle ku mirov neteweyî bifikire. Ev dihêle ku hin mirov carna dikarin ji bona xwe, gelê xwe jî bifroşin Û li gor min xetera herî mezin jî ev e. Mînakên vê hatine dîtin û têne dîtin.
Çareserkirina vê tenha bi yekîtiyeke neteweyî ku ji partî û dezgehên kurdî eniyeke neteweyî ye. Îcar çima partiyên me nikarin vê pêk bînin, divê ew bi xwe bersîva vê bidin.
Ma gelo damezrandina eniyeke neteweyî zehmet e. Helbet hin zehmetiyên wê hene lê dema kes û kesayetî xwe ji berjendiyên şexsî dûr bixin, wê demê kar rehet dibe û damezrandineke weha girîng dikare pir rehet pêk jî bê.
Lê pêk naynin û li gor min sûcdarê vê jî partî û rêxistinên me bi xwe ne. Ji ber tevger, enî û yekîtî ne ji xelkê, berê ji partî û rêxistinan destpê dibe. Ev erkê wan e û divê vî erkî ji bona berjewendiya welatê xwe pêk bînin.
Baş tê zanîn û dîtin ku xeterên mezin li pêşberî gelê me ye. Ji bona xurtkirina hizreke neteweyî û damezrandina eniyeke ji hemî partî û rêxistinan, divê zû pêk bê. Ya na dikare felaketeke mezin li bakur jî destpê bibe.
Kurd gihiştine qonaxa talî, ya wê bibin dewlet ya jî wê bi temamî wenda bikin ku êdî li seranserê kurdistanê kesên nikaribin û wê newêribin bêjin em kurd in…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.