Çi dema rewşa pkkhdp dikeve xeterê ango êdî xelk wan dinasin, dewlet û pkk bi hevre tiştna organîze dikin ku xelk, milet ji nûde xwedî li pkkhdp derkevin. Heta niha bi van lîstikana pkkhdp û dewlet bi ser ketine…
Mixabin ev lîstik 40 salên her berdewam e. Lê ya xerab kurd û kesên ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanî ne, vê fêm nakin. Heger bi rastî jî ev ne plana pkkhdp û dewletê be, bila hemî şaredarî û parlemenê hdp dev ji kar û erkê xwe berdin û li malên xwe rûnên.Di protestokirineke weha de wê hemî dinya piştgiriya wan bikin.
Na vê nakin her carekê bi bûyereke weha ji teref dewletê û pkk organîzekirî, malikê li xelkê xerab dikin. Hinan didin kuştin û cih warê wan bi ser serê wan de hildiweşînin. Piştî demekê weke tu tiştek neqewimî be, weke berê li ser asasê bratiya gelan karên xwe bi hevre dikin. Piştgirî û alîkariya hev dikin.
Kurdno şiyar bin û êdî bes piştgiriya van lîstikên dijmin û pkk bikin. Hûn dibin aletê van lîstikan, hûn wana dikin û ew ango dewlet û pkk qezenc dikin. Hema carekê jî hûn partî û kesayetiyên ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistyanî ne, bi bin xwedî helwesteke neteweyî û êdî neyên lîstikin dewletê û pkk yên bi hevre organîze dikin.
Her protestokirineke we dibe piştgiriya dewletê ku bêtir zilma xwe berdewam bike. Her protestokirineke we dibe piştgiriiya pkk da ku ew bi kiryar û bûyerên xwe yên xerab neyê nasîn.
Di şerê pkk ê zêdeyî 40 salan de encam: Tune, lê zêdeyî sed hezaran kurd hatin kuştin, zêdeyê vê hatin birîndarkirin û gelek jî seqet man.Li hember ewqasî bedel encam û netîce tune ye.
Di şerê xendek ango çalan de encam: Tune ye. Lê 8 hezar xortên kurdan hatin kuştin. Malên xelkê xerab kirin dest dane ser milkên wan.Ne hat gotin û pirsîn gelo kolana wan xendekan ji bona çi bû? Kuştina ewqas xortên kurdan ji ber çi bû?
Di greva birçîbûna ya wê xanimê a Leylayê ku bi derewan xwe weke birçî rê da û bû sedema kuştina hinan. Gelo encam û neticeya wê çi bû çi : Hin ji xortên çeleng û dilsozên gelê xwe hatin kuştin lê gotin mir in.Lê gelo kê hesab ji wê xanima niha rutba wê gelekî bilind bûye pirsîn…
Niha jî ango çend şaredariyê ji wazîfê avêtin û li û dewletê dagirker ya devbi xwîn wan qayûm danîn. Helbet ev nayê qebûlkirinê lê ji ber projeye kes nikarin mudaxeleyê vê bikin. Ez weha bawerim wê li dû vê jî tofan û qîyameteke nedîtî bîne serê gelê me.
Ev dikare bibe dîsa kuştina çend welatparêzin ji dil, dikare bibe wêrankirina malên kesên dilsozên welatê xwe ne.
Encam;
Wê weke gelek carên din jî, milet perîşan, rezîl û riswa bikin da ku rojekê vana nikaribin dengê xwe derxin.
Wê milet dîsa bê kar, war û yar bihêli, kesên weha jî wê mecbûr bimînin birevin metropolên tirkan da ku li wan derana kurd û kurdanbûna xwe ji bîr bikin. Ji ber ku wê li metrolên tirkan kurdî qise nekin da ku lêdana nexwin û karekî peyde bikin.
Wê kesên welatparêz û çenek bêhna kurdbûnê bi wan re mane bidin girtinê, da ku piştî derkevin bêjin: Me doza gelê kurd avêt tenekê zibil.
Bi van kiryarên xwe dewlet û pkk temenê xwe dirêj dikin. Bi vê dixwazin kesên devê kesên ku rexne dikin an dixwazin bikinn bigirin û digirin
Bi kurtasî bi van bûyerên qirêj pkk û dewlet bi hevre mafên herkesa ji wan digirin û li gor xwe ew bi qayûman dixwazin tirkiyê û kurdistanê bi rêve bibin.
Heger carekê tenê ji bi rastî û durusti bê fikirindan, wê bê dîtin ku pkk jî û hdp jî bi saya serê qayûman têne îdarekirin. Lê kes vê nabî û naxwazin bê dîtin jî.
Wer hasil li bakurê Kurdistanê her tiştek bi destê pkk û li gor gotina dewletê xerab kirin û dikin, kesên din jî bi helwestên xwe ên li dij vana piştgiriya pkk û dewletê dikin bê ku bizanibin.
Heta pkk hebe wê kurd tu reheiyê nebîne. Divê em gotina Evdila Ocalan ji bîr nekin. Digot: ”Heta ez û pkk em hebin wê Barzanî nikaribe kurdistaneke azad û serbixwe ragihîne” Di eslê xwe de ev mesajek ji bona hemî kurdan bû. Ji ber vê hemî karê wan bûye propagandin xerab li dij Barzaniyan.Lê dema dikevin tengasiyê jî bangî Barzaniyan dikin.
Aha ev dû rûtî ye, aha ev xapandine, aha ev hilweşandina hizra neteweya kurd e.Weke Bakî Karere gotibû: ”PKK bir kurd kirina hareketî dir” Yan pkk rêxistineke kurd kujer e.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.