Di nava kurdan de dema te rastî got ew dibe agir û li te ango li xwediyê xwe vedigere. Ji ber vê jî kes newêrin an naxwazin rastiyê bêjin. Ji ber vê ye ku partiyên me yên siyasî û rêxistinên heyî roj bi roj têk diharin, kêm dibin, zêde nabin. Lê ev bala wan nakişîne.
Ji ber hebûna hin partî û rêxistinan ji bona hin kesan bûne hobî, bûne cihê rawestegeha wan, bûne cihê hevdîtin û sohbetên wan.Bûne cihê karê xwe yên sexsî têde kirin û bi karanînê. Yanî hin henin heger ne bi saya wan rêxistin û partiyan be, kes silavên jî nadin wan.
Lê heta niha min nedîtiye û nebihîstiye, partî û rêxistinên me hema carekê jî be li hev rûniştibin, sedemên kêmbûn û lawazbûna xwe di nava xwe de goftugo kiribin. Dema ev nebe tu nikare sedema lawazbûna xwe jî fêr bibe.
Ez ê vê hinekî vekim û dizanm ku wê gelek dost, nas û hin ji hevalên min weke hin carên din wê dilê xwe ji min bigirin, wê bi min re êdî qise nekin, wê ji min hêrs jî bibin.
Li gor vê jî ez ê vê jî weke gelek meseleyên din têxim munaqeşeyê da ku êdî parityên me rêxistinênme bikaribin nexweşiya xwe fêr bibin da ku li gor wê jî dermanan bistînin ya jî tedawî bibin.
Dema me li bakurê Kurdistanê dest bi welatparêzî û şoreşgertiyê kirin, em hemî hê gelek ciwan bûn. berpirs ango serokên me di navbêra 20-30 salan de bûn. Li gor şertên wê demê jî bûne berpirs û serok û bi rojê dehan mirov qezenc dikirin.
Lê em hê jî dinêrin ku dîsa ew in. Yanî serokên me yên ji dema salên 1970ê mane ne. Ji salên heftê heta îro dinya serobînî hev bû, lê yek ji wan berpirsê me ew nedîtin. Ji serokatiyê daneketin hê jî piraniya wan berpirs û serok in. Li gor vê jî ew nikarin ciwanên niha bixin nava xebatê, ji ber ku ciwan ji wan zanetir in.
Sedemeke din ya girîng jî ew e ku gelek ji kesên di dema me de, lê mekteb ango dibistan nexwendine piraniya wan ji ”Elîokulîne” yanî dibistana seratayî jî neqedandine, pêk tê.
Li serok û rêvebirên paritiyên me binêrin, hema hema hemiyan bi zorê lîse qedandine, ya jî hinan çend salekê uniwersîte xwendine. Lê ne qedandine.
Niha siyaset karekî weha ye ku divê tu zane be, têgihiştî be û divê tu bikaribe bandorekê li ser civatê bihêle da ku wê bi rêxistinî bike.
Xalek din jî ev e ku li hemî cîhanê mirov piştî 65 saliyên xwe taqawît, kêmendam dibin, da ku hinekî xwe rehet bike, tama jiyana jê re çend sal mabin, derxin. Ji xwe sedema kêmendambûnê jî ev e. Lê yên me piştî 65 saliya xwe bêtir li siyasetê germ dibin…
Heger em vegerin meseleya nav xwe, rewşa xwe, rewşa partî û rêxistinên xwe bidin ber çavan, em ê bibînin tiştên kurd dikin, li vê cîhanê tenê li kurdistanê û di nava kurdan de heye.
Em îcar vê hinekî vekin û bi hevre fêr bibin bê gelo çima partî û rêxistinên me xurt nabim û roj bi roj wenda dikin.
Dibê em vê jî fêr bibin ku ferqeq mezin di navbêra kesên 60-70salî û yên 20 û 30 salî de heye. Bila bê zanîn ku ew xortê ciwan deh qatan ji kesekî 60-70 salî zanetir, têgihiştîtir û bîrewirtir e. Ew kesên bi salên xwe mezin çi jî bikin dê nikaribin wan ciwanên li gor demê mezin bûne, bêtirî wan unûwersîte qedandinin, îqna bike da ku ew di bin emrê wî de kar û xebatên sîyasî bike. Carekê ev nabe lê kurd dixwazin vê bi zorê bikin.
Bifikirin ku kesekî orte jî neqandiye dibe berpirsê bajarekî mezin ê partiyê. Gelo ew camêr wê çawa bi ciwanên unîwersîte qedandinin ya jî hê dixwînin, munaqeşe bike û wan îqna bike, wê/î fêrî siyasetê bike.
Bifikirin serokê paritiyekê unîwersîte nexwendibe wê çawa xwendevanên vê demê yên unîwersîteyan bi ber meselê xe da ku ew bibin endamên wî .
Hûn ya rastî bixwazin min dixwest vê nivîsî gelekî dirêj bikim, xal bi xal vekim, ta bi derziyê vekim da ku baş bê fêm kirin. Lê wê nivîs gelekî dirêj bibe û nivîsên dirêj jî hema hema nayên xwendin. Sedem jî kurd hê jî fêrî xwendinê nebûne…
Lewra jî divê êdî serok, rêber û berpirsê me vê yekê baş fêr bibin ku kesên ji wan zanetir,bîrewirtir û uniwersîte qedandin, nabin û nikarin bibin endamê kesê ji xwe kêmtir.
Ez ê nivîsa xwe bi mînakekê biqedînim da ku mebesta min bi vê nivîsî bêtir zelal bibe û bê fêmkirinê.
Min ji xwe re cihekê xebatê dîtiye loma jî her roj ji saet: 10-00 heta 17.00an li wirim dixwînim û dinivîsînim. Carna hin nas û dost jî têne serdana min û min bê çay û kahwe jî nahêlin.
Carekê weke her car nasek hat. Me sohbet kir, ji ber temenê wî yê mezin hema hema min jî li tayê wê lê xist û kêfa wî gelekî ji min re hat. Careke din ew yekî din hatin. Vê care hevalê wî li gel min qise kir. Ji ber min ew nas ne dikir min nexwest dilê wî bihêlim, min li tayê wî jî lê da. Xuya bû kêfa wî jî hatibû.
Wan dizanîbûn ku ez nivîskar im, siyasetmedar im û têra xwe jî tigihiştî me. Loma dixwestin min qezenc bikin. Ji ber vê bû dostê min ê ewil her carekê hin bi xwe re dianî ba min da ku min îqna bikin û bibin hevalên wan.
Dostê min ewil rojekê got kesekî me yê gelekî têhiştî zana û bîrewir heye, sibê ez û ew em ê bin, ez dixwazim ew jî li gel te hinekî qise bike. Min got: ”Ser çavan”
Bû sibe dostê min û du camêrên pêre bûn hatin ba min. Min karê xwe ê xwendin û nivîsandinê rawestan. Camêrê nû hatibû hêdî hêdî kete nav meselê û destpê kir, dema wî destpê kir yên din rabûn em herdu bi tenê hiştên da ku ew camêr min li ber meselê bixe da ku bibin hevalên wan.
Hûn bawer bikin camêr zêdeyê saetekê peyivî û di nav vê dema dirêj de firseta ku ez pirsekê jî bikim jî neda min. Piştî têra xwe qise kir, xatirê xwe xwest rabû çû. Ji ber yên nezan, nikarin bi kesên ji xwe zanetire bikevin munaqeşeyan.
Bû roja din dostê min ê ewil hate ba min û yek ser got: ”Gelo te ew çawa dît”. Hema min jî jê pirsî û got: ”Gelo wî çi dibistan xwendiye”. Dostê min got: ”Bawerim orte jî neqedandiye. Lê têra xwe zane ye û domand ma munaqeşeya we ya do çawa bû?”
Min got: ”Bra can, heta niha min nexwest dilê te bihêlim loma min her weke te digot: Te camêrekî din anî min nexwest dilê wî jî bihêlim. Lê yê do ku te anîbû min îqna bike. Tu bawer bike zêdeyê saetekê peyivî, sere min gêj kir û rê neda ku ji wî pirsekê jî bikim.
Brayê hêja binêre min uniwersîte xwendiye, heta niha min 10 pirtûk nivîsine. Ez di mehekê de du sê pirtûkan nexwînim weke min tiştekî xwe wenda kiribe. Te çû ew kesê ku mekteb nexwendiye aniye ku min îqna bike, bibin hevalê we. Lê wî ji fêdê bêtir zerar da we û careke din jî naxwazim wî bibînim”.
Dostê min jî û yên anîbûn jî êdî hew bi ser min de hatin. Yek car wenda bûn. Niha rewşa berpirs û serokên me jî weha ne. Kesekî mekteb nexwendibe, nikare xortekî xwendevanê unîwersîtê îqna bike da ku bi wan re kar bike.
Aha ji ber vê ye rêxistinên me bi pêşve narin, nikarin xwe nûjen bikin. Ji xwe nûjenî bi kalên weke min jî çênabe. Lewra her ku dihare wenda dikin. Lê vê jî qebûl nakin û her xwe serketî dibînin…
Heta ku serok û rêberên partiyê ji endamên xwe ne zanetir bin, ew partî, ew rêxistin jî bi pêşve nare. Sedema paşdemayîna partîyên me ev e. Divê êdî ev bê fêm kirin…
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.