Tu bala xwe didê çi karê şexsî ku kurd dikin, piraniya wan bi serketiye an dikeve. Tu dibîne ku kurd di rêvebiriya dijminê xwe de karên herî bi serketî ji bona wan dikin. Tê zanîn ku hin kurd ji bona qewmê xwe tune bike, her kar kirîye û hin caran bi ser jî ketine. Yanî kurd ji bilî xwe dikare ji her kesan re kar bike. LÊ tenê ne ji xwe re. Çima?
Sedemên vê gelek in. Lê li gor min yên herî asasî û sereke sisê ne. Em wan vekin.
Ne netewebûn; yanî roja ku miletê kurd hatiye perçekirin (1639) û heta roja îro, weke milet nebûn an jî êşa ne neteweyî bûnê dîtine. Di vê de keda dagirkeran gelek e.
Netewebûn tiştekî weha ye ku dema mileteke nebe neteweyî nikare berjewendiyên gelê xwe ê neteweyî jî biparêze. Dema vê neke tim şexsî difikire û dikeve parastina berjewendiyên xwe. Ev jî bawerî û hîsên netewebûnê bi mirovanre qels dike.
Loma jî dema miletek bi hîs û baweriyên neteweyî nehatibe kemilandin, ew milet tim mehkumê bindestiyê ye.
Ji ber vê hindê ye ku kurd ji roja perçekirina xwe û heta niha her bindest in û vê bindestiyê de bêtir berjewendiyê şexsî di mejiyên wan de bi cih kiriye. Heta ku piranîya rêxistin, partî kes û kesayetiyên netewakî şexsî bifikirin ew milet jî dê neghêje azadiya xwe. An jî wê gelekî bi derengî vê bi dest bixe. Heta ku bibin neteweyî.
Ya herî girîng jî ew e ku heta miletek bi temamî nebin neteweyî, neteweyî nefikirin, li gor neteweya xwe, neteweyî tevnegerin, ew milet ew xelk zehmet e ku bihêje azadiya xwe. Lewra jî wê nikaribe xwe ji bin nîrê dagirkeran xilas bike. Di rewşên weha de azadî û serxwebûna gelê bindest dê bi sedan salan bajo û îro em kurd vê êşê dikşînin.
Ji bîr kirin; Miletek berî her tiştî divê dîroka xwe baş fêr bibe, ji wê dersan derxe. Kêmanî û şaşiyên bûne fêr bibe û li gor wê jî divê pêşiya xwe ronî bike. Yan na wê bikeve çalên ku ji bona wî têne kolan.
Lê gelekî mixabin ku kurd ango piraniya kurdan dîroka xwe nizanin, xerabî û başiyên di wê dîroka wî de qewimîne fêr nebûne da ku eynî kêmaniyan dubare û sê bare neke.Em dibînin ku kurd dîroka xwe fêr nebûne, loma jî şaşiyekê çend caran dubare dikin.
Weke mînak; Di dîroka gelê me de piraniya caran hin kes û kesayetiyên kurd, axa, begler, sêx û melên kurdan ên navdar ji bona berjewendiyên xwe yên şexsî li ba dijmin cihê xwe girtine û bi destên xwe miletê xwe qir kirine, dike an dikuje.
Ev di dîroka me kurdan de tê dîtin. Lê mixabin kurd ji vê dersan dernaxin an vê nabînin loma jî gelek caran eynî tiştî dikin.
Em bêjin heta salên 1960-70, beg, axa, serokeşîr û gelek navdaran ji bona berjewendiyên xwe ê şexsî gelê xwe firotine, qira wan anîne. Lê talî çi hatiye serê wan? Ew jî diyar e. Ji ber ku gelek vê nizanin, dîroka xwe nexwendinin. Loma ev jî gelek caran dubare û sê bare bûye û dibe.
Her weha vê rewşê piştî salên 1960-70ê reng guherî ye, ji dêlva axa, beg û serokeşîran êdî hin rêxistinên ku li ser navê gel û bi destê dijmin hatine damezrandin, vî karî dikin û didomînin.
Yanî ji bona kurd nebin dewlet û mafê xwe yê rewa bi dest nexe, hin rêxistinên li ser navê gel ku ji teref dagirkeran lê bi navê kurd û kurdistanê damezrandinin û karên xerab bi wan didin kirin, hene û ava dikin.
Dijmin li gor rewşê xwe guherî ye û bi saya wê rêxistina li ser navê gel damezrandiye gelê wî pê qir û welatê wî pê wêran dike.
Lez an ecelekirin; Kurd piraniya caran ecele dikin û bi wê ecelebûnê jî nahêlin hevîr hêlê da ku nanê hilatî lêxin da ku tama xwe bide.
Di dîroka me ya kurdan de jî mînakên vê gelekin. Ev jî him ji teref dijmin û him jî ji teref hin kesên ku di karê xwe de ecelene pêk hatiye.
Heger ne ji vê ba îro wê dewleteke me kurdan jî heba. Çi dema rêxistinek, partiyek ji bona gelê xwe kar kirîye, haziriya şerê azadiyê kirî ye, sîxurên di nava kurdan de dijmin pê hesandine û bûne sebeb ku ew hazirî di demek bê wext de dest pê bibe da ku dijmin bikaribe wan jî tune bike. Her weha jî bû ye. Heger mirov dîroka xwe bixwîne, mirovê vê jî bi awayekî pir zelal bibîne. Gelek serîhildan û berxwedanên kurdan ji ber ku bê wext destpê bûne hemû jî têk çûne.
Di rûdana bûyerekê de, di pêkhatine şerekî de, di çalakiyeke siyasî de em kurd nerîn, dîtin û şiroveyên xwe pir zû dibêjin. Bê ku em bifikiriin, qencî, başî û xerabiya wê bibînin. Loma gelek caran weke mirov dernakeve û êdî mirov nema dikere wê serrast bike.
Ev ecelebûn jî zerarek mezin dide me kurdan û gelek caran dibe sedema ji hev dûrxistina me. Me dike çend perçe û her perçak ji me êdî yên din qebûl nake. Ev jî dibe sedem ku kurd ji hev perçe dibin, bûne û nikarin bibin yek.
Sedemên nebiserketina gelê me gelek in. Li gor min ev hersê yên herî sereke û girîng in. Ez di wê baweriyê de me ku çi dema kurd vana li gor berjewendiya gelê xwe bixin jiyanê aha wê demê wê bibin xwedî dewleta xwe, azadiya xwe û li ser erda weke weke netew û demokrat bijîn.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.