Em çi şexs û çi jî weke partî û rêxistinên me, tim dibêjin û tînin zimên da ku em bi kurdî qise bikin. Lê çi şerm e ku piraniya bangan jî bi tirkî tê kirin. De îcar werin li sosretê binêrin ku bê em ê çawa bi zimanê tirkî, kurdî ji asîmlasyonê azad bikin.
Ez ne di wê baweriyê de ku li ser rûyê vê dinya ji bilî kurdan tu neteweyek din dixwazin an hewl didin bi zimanê dijminê xwe him zimanê xwe biparêze û him jî bi wî zimanî welatê xwe azad bike. Çi ecebê ku kurd weha ne. Dema rêxistineke siyasî, komeleyek çandî rêxiravek însanê têne damezrandin, divê berî her tiştî wana bi zimanê gelê xwe ango bi zimanê dayikê qise bikin, karên xwe, destûr û bernameyên xwe bi wî zimanê, binivîsînin û bi rêve bibin. Lê kurd weha nakin. Di vekirina her partî û sazîyek me de, di destêpêke de ew bi xwe dibin sedema asîmlekirina zimanê xwe ango kurdî.
Loma jî roj bi roj kurdî ji nava me dihelê û wenda dibe. Kurdî di nava kurdên kurdistana bakur de qels û lawaz dibe.Her bang û gaziyên me ango yên partiyên me jî ew e ku bi tirkî dibêjin: ”Zimanê me asimle dibe”. Lê em qet li xwe hay nabin ku em bi xwe vî karê ji dijminê xwe ji wan çêtir dikin.Baş tê zanîn ku di rêvebir û berpirsiyariya destên ewil gelekî girîng e. Lê em kurd ya jî piraniya kurdan ne di vê zanebûnê de ne.Çima?
Heger ji destpêka damezrandina xwe û heta roja îro partiyên me yên siyasî karên xwe bi kurdî kiribana, wê ev ne halê zimanê me ba. Çima?
Ji ber ku niha tê gotin ku li bakurê kurdistanî hema hema kurdî nemaye û xelk êdî bi tirkî qise dikin.
Erê rast e lê gelo kîne sûcdarê vê yekê?
Li gor min tenha sûcdarê vê yekê partî û rêxistinên me yên ji xwe re dibêjin em kurd û kurdistanî ne.. Çima?
Ji ber ku karên xwe, meş, xwepêşandan, civîn û komcivînên xwe hemû bi tirkî li dar dixin. Propaganda û çalakiyên xwe bi tirkî dikin.Di munaqeşe û gengeşiyên xwe de bi hevre tirkî qise dikin. Heta ev li bakurê kurdistanê û li tirkiye ne bes e. Li ewropa jî vê yekê dikin.
Dema rewşa partiyan ev be, axaftina xelkê ya bi tirkî gelekî normal e.
Di malekê de bi kîjan zimanî biaxifin hemû zarok jî dê wê zimanî fêr bibe.
Dema partiyên me dev ji tirkî berdin, wê endaman wan jî weha bikin. Dema ev bibe biryar wê êdî endam li malên xwe de jî kurdî qise bikin û bi wê kurdîyê wê zarokên wan jî zimanê xwe fêr bibin.
Çareya ku em kurdî ji asimlasyonê xilas bikin tenha rê ev e. Lê mixabin partiyên me vê nakin. An jî hê ne divê zanebûnê de ne.
Heta ku ew vê nekin wê sûcar jî dê ew bi xwe bin.
Çareserî?
Çareserî ew e ku partiyên me yên siyasî, dezgehên kurdan, rewşenbîr û bîrewirin kurdan dive zûtirîn wextê biryara dev jî tirkî axaftin û nivîsandinê berdin. Bi hevre ji bona pêşxistina zimên, li gor destûr û bernameyên neteweyî dest bavêjin wî karî.
Divê baş bê zanîn ku partiyên kurdan dê nikaribin bi tirkî kurdistanê azad bikin. Di durişmeyên xwe de yên ku bi tirkî dibêjin “ ana dille egitim” yanî bi zimanê dayikê perwerdawî wê nikaribin perwerdayiya zimanê xwe bînin. Ji ber ew bi xwe vê li xwe û endamên xwe qedexe dikin.
Di çapemenî û li ser Fecebook qasî kurdên me tirkî bi kar tînin tirkek ewqasî zimanê xwe bi kar neyne. Ma ev ne asimlasyona zimanê xwe ye lê çi ye?
Kurdno kurdî têk çûye û hê jî têk dihare. Kî bûne sebeb diyar e. Loma dive êdî em ji dêlva sedeman bigerin, pêwîst e partî û rêxistinên me dev ji tirkî berdin.
Heta ku partiyên bi temamî û bi awayekî cidî, bi biryareke hevbeş dev ji tirkî bernedin, Sûckarê tunekirina zimanê kurdî dê her ew bin.
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.