Serokwezîrê Iraqê serdana Mûsilê dike

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî roja Yekşemê dê serdana bajarê Mûsilê bike. Sûdanî dê li Mûsilê beşdarî di Festîvala Biharê ya vî bajarî de bike.

26.04.2023, Çar - 13:41

Serokwezîrê Iraqê serdana Mûsilê dike
Nuçe Belav bike

Qaymeqamê Mûsilê, Emîn Feneş îro Çarşemê 26ê Nîsana 2023an ragihand, “Roja Yekşemê 30ê Nîsanê dê Festîvala Biharê ya Mûsilê were lidarxistin ku dê gelek çalakiyên çandî, hunerî, rewşenbîrî û wêjeyî (edebî) têde bên kirin.”

Qaymeqamê Mûsilê diyar kir, “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dê roja Yekşemê serdana Mûsilê bike û di Festîvala Biharê ya Mûsilê de amade bibe.”

Wezîrê Rewşenbîrî û Geştûguzar û Şûnwarên Iraqê, Ehmed Fekak Bedranî roja 17ê Nîsana 2023an di konferanseke rojnamevanî de ragihandibû, Festîvala Biharê ya Mûsilê dîroka wê vedigere bi salên 60î yên sedsala bihorî, lê piştî 2003 ve nehatiye kirin, lewra Wezareta Rewşenbîrî dê careke din wê festîvalê vejîne.

Bedranî diyar kir, festîval bi hewlên hevbeş ên navbera saziyên Wezareta Rewşenbîrî û fermangehên xizmetguzarî, îdarî û teknîkî yên parêzgeha Neynewayê tê lidarxistin.

Bi gotina Bedranî, festîval dê du rojan li Deşta Neynewa, Daristana Mûsilê û Şanoya Zanîngeha Mûsilê bidome.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 286 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:52:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x