HMW: Malên Kurdan têne talankirin

Rêkxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) daye xuyakirin ku şahid dibêjin ku malên welatiyan li Xurmatû hatine talankirin û bazar jî hatine şewitandin.Rêkxistina

20.10.2017, Cum - 08:30

HMW: Malên Kurdan têne talankirin
Nuçe Belav bike

Çavdêriya Mafên Mirovan (Human Rights Watch) raporek derbarê rewşa Kerkûkê û deverên derdora wê de belav kir.

Şahidekî ji HRW re daye xuyakirin ku piştî nîvroya roja 16ê Cotmehê, bi kêmanî 10 firoşgehên Kurdan li devera Cumhurî ya Xurmatû hatine şewitandin.

Ew şahid, balê dikşîne ser wê yekê ku 2 kes mijûlî talankirina bazarekê bûn û 3 efserên artêşa Iraqê jî temaşeyî wan dikirin û tiştek nedikirin.

Şahidan dane xuyakirin ku wan bi çavê xwe dîtiye ku kesekî bi otomobîlekê telefizyon û komputer û çend amûrên din birine û hêzên Iraqî jî tiştek nekirine.

Rêkxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) balê dikşîne ser daxuyaniya roja 19ê Cotmehê, ku behsa şewitandina 150 xaniyan û teqandina 11 xaniyên din dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 943 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:07:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x